Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2023-01-01 10:04:17 STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal ku li gel 16 kesan hatibû girtin û piştre hate berdan diyar kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.  Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 3’yê hezîranê de bi ser malên endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) de girt. Di encama serdegirtinên malan de hevserokên komeleyê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 16 jê di 13’ê hezîranê de hatin girtin. Di 1’ê îlonê de derheqê 22 kesan de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Danişîna ewil a 23 kesan di 13’ê kanûnê de hat lidarxistin. Hevseroka komeleyê Kandal û 3 kesên din di danişîna ewil de hatin berdan. Kandal, têkildarî pêvajoya girtinê û tawanbariyan bi ajansa me re axivî.    XEBATÊN KOMELEYÊ   Kandal bi bîr xist ku komeleya wan di kanûna sala 2016’an de hatiye damezirandin û wiha got: “Ji wê dîrokê ve jî di qadên koçberî û penaberiyê de xebitî. Komele li dijî binpêkirinên li dijî penaberan têkoşiya û piştgiriya hiqûqî da wan. Xebatên me yên bi mebesta piştevaniya bi kesên ji bajarên kurdan koçber bûyîn çêbûn. Têgeha koçberiyê bi xwe re gelek travmayan tîne. Em dikarin bibêjin ku rê li ber hem travmayên civakî û hem jî yên aborî û çandî vedike. Xebatên me jî di vê çarçoveyê de ne.”    BI DARÊ ZORÊ JI CIHÊ WAN RAKIRIN   Bi domdarî Kandal da zanîn ku ji bo xebatên wan bexş dihatin kirin û wiha pê de çû: “Me jî bi saya van bexşan proje amade dikirin. Em li ser pirsgirêkên malbatên koçber lêkolînan dikin. Di van xebatan de axaftinên wan malbatan bi xwe hene. Heke li cihê wan pevçûn hebin, neçar dimînin ku koç bikin. Gund û warên xwe diterikînin. Di bingeha vê rewşa giran de dîrokek heye. Tu rabûrdû û warê xwe li pey xwe dihêlî. Ev jî tê wê wateyê ku bi darê zorê ji cihê wan dikin.”    RAPOR WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN   Di berdewamê de Kandal anî ziman ku li ser axaftinên koçberan wan rapor amade kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev rapor kirin pirtûk. Tu dikarî cih bidî nêrîn û fikrên ne li gorî feraseta dewletê. Dikarin rexneyan li dewletê bikin. An jî dibe ku kirinên hêzên ewlekariyê yên li herêmê xelet bin. Û mirov dikarin qala van bikin û ev yek sûc nîne. Ev tişt di pirtûkan de jî hene. Ji ber ku ne li gorî zîhniyeta dewletê bûn, jê aciz bûn. Heke di saziyên dewletê de tundî hebe, tu mecbûrî ku van xeletiyan sererast bikî. Li şûna ku ceza bidî tu kesên van xeletiyan vedikolin, divê pirsa ‘gelo li vir xeletiya min heye’ were kirin û bi vî awayî nêz bibin. Gelek leşker ji ber van xeletiyên di salên 90’î de niha tên darizandin. Ev di dîroka fermî ya dewletê de hene. Anku em ji ber xwe ve van tiştan nabêjin. Lê belê vegotin, nivîsandin û raporên di vê derbarê de weke sûc tên hesibandin.”    BEXŞÊN YE’Ê WEKE SÛC HATIN HESIBANDIN    Kandal, got ku komele û weqfên ne li gorî zîhniyetên dewletê xebatên dimeşînin weke hedef tên nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi cezayan rû bi rû dimînin. Ji bo ku rêxistinên civaka sivîl bikarin bi rehetî xebatên xwe bikin, bexşên wiha tên kirin. Li Tirkiyeyê gelek saziyên ku ji bo wan bexş tên kirin hene. Her wiha saziyên cemaweriyê jî werdigirin. Lê li ser van venihêrtinek nîne lê saziyên din hedef tên nîşandan. Bi hezaran komeleyên nêzî desthilatdariyê hene. Gelo bi qasî me wan jî lêkolîn dikin? Weke ku wergirtina bexşan sûc be û ji devereke din re hatibin şandin nîşan didin. Lê di vê mijarê de tespîteke wan tune ye. Em her qirûşa van bexşan ji wan re dişînin. Em lêçûnên xwe yên ji bo pisporan an jî di komxebatê de ji Maseya Komeleyê re dişînin. Ewqas venihêrtin heye lê em dîsa hatin tawanbarkirin. Tevahiya pere ji bo xebatan tê xerckirin. Lê dîsa jî ji bo xebatên me kêm dimînin. Di rewşeke wiha de em ê çawa bo cihekî din bişînin?”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Kandal, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin bi rêya girtinan xebatên me bidin sekinandin. Bi girtina me re ji bo girtina komeleyê doz vekirin. Di welatên demokratîk de hewceye tiştên wiha neyên kirin. Hêvîdarim ku neyê girtin û dev ji van sepanên xwe berdin. Bi van sepanên xwe hewl didin gel bitirsînin. Di dema darizandinê de parastina me hat astengkirin û parêzer ji eywanê hatin derxistin. Divê ev tişt neyên kirin. Em li benda darizandineke adilane ne. Heke komeleya me were girtin, ev dê bibe şermeke mezin a demokrasiyê. Girtina komeleyê, derbeyeke. Lê weke kesên ji bo azadî û mirovahiyê têdikoşin, em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Heke komele were girtin em ê xebatên xwe li komele û weqfên cuda bidomînin. Banga min ji bo her kesî ew e ku di 4-5’ê çileyê de tev li danişînên endam û rêveberên me bibin.”    MA / Mehmet Aslan