Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî 2023-01-01 11:18:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê 4 sal berê bajarê Girê Spî dagir kir. Di pêvajoya 4 salan de demografyaya bajêr hate guherandin û gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirin.    Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 9’ê cotmeha sala 2019’an de li dijî bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin. Piştre jî bajar hate dagirkirin. Ji roja dagirkirina bajar heta niha demografyaya bajêr hate guherandin û gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Li gorî bîlançoya salane ya Ajasan Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di nava salekê de ji 170 hezar welatiyên bajêr zêdetirî 100 hezar jê bi darê zorê hatin koçberkirin. Zêdetirî sed hezar welatî koçî deverên Req, Tebqa û herêmên çolter bûn û di kampên Rêveberiya Xweser de dimînin.    Li gorî rapora ANHA’yê ku daneyên wê belgekirî ne; ji 170 şêniyên bajêr zêdetirî 100 hezar jê bi darê zorê hatin koçberkirin û li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav bûn. Her wiha 6 hezar û 650 koçber li kampa koçberên Girê Spî ku Rêveberiya Xweser di 22'yê mijdara 2019'an de li nêzî gundê Til Semin ê 35 kîlometre dikeve bakurê Reqayê ava kiriye bi cih bûn.   Bîlançoya binpêkirinan a di sala 2022’yan de hatine kirin wiha ne:    SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   * Ciwanên bi navên Mutez Ebdî (17) ê ji eşîra Begara di 16’ê kanûna 2022’yan de ji hêla Mihemed Xelîfe yê girêdayî koma paramîlîter a Sûltan Mûrad ve hatin qetilkirin.    * Welatiyê bi navê Ezîz Mehmûd Mistefa ku di girtîgeha ‘Polîsên leşkerî’ ya girêdayî komên paramîlîter de bi îşkenceyê hate qetilkirin.    * Welatiyên bi navên Mistefa El Erar (Eşîra El Bû Esaf), Îsa El Şewax (Eşîra El Bû Cabir), kurê Hesen Osman ê xwendekarê dibistana amadehiyê, Mihemed El Elo (Eşîra El Ehwes ku piştî dayîna fîdyeya 2 milyon lîreya Sûriyeyê hate berdan), Hesan Ehmed Necîm El Şewax (30) ê ji eşîra El Bû Cabir El Erebiye, Hafiz Salih El Casim (25) ên ku ji malbatên wan 11 milyon lîre fîdya hatin standin û hatine berdan, Xidir Salih El Casim (4 hezar dolar weke fîdye ji malbata wî hate xwestin) û Hayil Casim Xelef El Hesan ku yek ji rûspiyê eşîra El Bû Esafê ye.    * Tevahiya kesên hatin revandin ji bajarokê Elî Baceliyê ne ku 15 kîlometreyan li başûrê kantonê dikeve. Tevek jî di meha dawî ya 2022'yan de hatin revandin.    DESTESERKIRIN Û DIZÎ   * Serokê nivîsgeha aborî ya Feyelq El Mecid Hec Ebdo El Sefranî nêzî 5 hezaran donim zeviyên koçberan ên li Til Ehmer, Sosek, Yargoy, Til Exder desteserkirin û veguherandin mezreyên mezin.   * Komên paramîlîter ên bi navê Ketîbe 51 a girêdayî koma paramîlîter a Cebhet El Şamiyeyê, zêdetirî 2 hezar donimên erd ên li gundê Tenhore û Mukelîte yên li rojavayê kantona Girê Spî desteser kirin.   * Ji endamên komên paramîlîter ên bi navên Ebû Zuxyan, Ebû Bîlal û Ebû Yezen di nîsana sala 2022’yan de 13 bermîlên mazotê ji cotkar Fadî Remedan ê ji gundê Kirmaze dizîn û dest danîn ser 2 telefon û 130 hezar lîreyê Sûriyeyê.   RÛXANDINA MALÊN KOÇBERAN    * Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk 25 malên li gundê Şergirak ê li nêzî rêya M4 wêran kirin. Her wiha mala koçber Ebdurezaq El Omer ê ji Silokê yê Girê Spî bi treksa leşkerî wêran kirin.   SÛCÊN LI DIJÎ JINAN   * Ji endamên komên paramîlîter ê bi navê Mihemed El Helebî (Hemzat) ciwana bi navê Fatme El Elî (19) revand û tecawîz kir. Dewleta tirk ev ciwana ji Humsê tevî malbata wê koçberî Girê Spî kiribû.   * Leşkerên dewleta tirk li Girê Spî heqaret û bêbextî li Enûd El Feret ku hevjîna birayê serokê Meclisa Herêmî ya Girê Spî ya girêdayî dewleta tirk ê bi navê Salih El Ebdullah ê ji gundê El Bozê kirin. Ev yek di hemleya ku ciwanan ji bo revandina xizmên xwe çalakî pêk anîbûn de çêbû. Piştî gefa waliyê dewleta tirk, Salih 9 welatiyên gund teslîm kirin.    VEKIRINA DIBISTANÊN JI BO FIKRÊN TUNDREW    * Komeleya Ensar El Xeyriyê û Beyt El Mal (Saziya alîkariya neteweyî ya Pakistanî) bi mebesta belavkirina fikrên tundrew dibistana li gundê Xirbet El Riz ê li Girê Spî di 2022'yan de sererast kir.    * Dewleta tirk di çarçoveya guherandina demografyaya herêmê de 6 hezar penaberên Sûriyeyê derbasî Girê Spî kirin. Penaberên hatin şandin li malên şêniyên bajêr ên bi darê zorê hatin koçberkirin hatin bicihkirin. Ev kes li benda avahiyên ku nû tên çêkirin in û ev avahî bi pereyê Qeer, Quweyt û komelaya îxwan ve tên çêkirin. Avahiyên mêtîngehiyê li bajarokê Eyn Eros û aliyê rojavayê kantonê li nava zeviyên koçberan tên avakirin.”