Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê 2023-01-01 12:03:49 RIHA - Malbata Şenyaşar bi Nobeta Edaletê dest bi sala nû kir. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Bila sala 2023’yan bibe saleke wisa ku hemû welatî xwe tê de azad û biewle hîs bikin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 664’an de jî berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî çalakiyê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Bila sala 2023’yan bibe saleke wisa ku hemû welatî xwe tê de azad û biewle hîs bikin. Azadî, ewlehî û aştî bi edaletê pêkan e. Tirkiyeyeke bêedalet nabe. Illa edalet, biisrar edalet.”