Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin 2023-01-01 12:55:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja dawî ya sala 2022’yan de li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestokirinê hatin lidarxistin.    Di roja dawî ya sala 2022’yan de li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî, di 16ê îlonê de, serhildana “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir û tevî hemû êrişên hêzên rejîmê jî çalakî bênavber domiyan. Bi minasbeta çilrojê, 7 welatiyên di çalakiyan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Hêzên rejîmê êrişî girseyê kir. Gelek jin jî tev li çilrojê bûn û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di encama êrişan de yek jê zarok û 2 jî jê jin bi giştî 10 kes birîndar bûn.    Ciwanên li bajarê Sineyê jî li hemberî rejîmê rê li trafîkê girt û agir vêxist.    Welatiyên ku li Tehranê kom bûn, dirûşmên li dijî hikûmetê berz kirin. Her wiha gelek esnafan jî dikanên xwe venekirin û piştgirî dan çalakiyan. Hêzên rejîmê li vir jî êrişî welatiyan kirin.   Li bajarên Îsfehan û Semîromî jî çalakî berdewam kirin. Di çalakiyan de welatiyan dirûşmên li dijî rejîmê û miameleya xerab berz kirin.