Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-01-01 13:52:03   ŞIRNEX- Li ser rêya di navbera Şirnex û Cizîrê de qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de ajokarê TIR’ê jiyana xwe ji dest da.   Li ser rêya di navbera Şirnex û Cizîrê de TIR’ek wergeriya û kete çalê. Di qezayê de ajokarê TIR’ê Şaban Çînî û kurê wî Îsmaîl Çînî di wesayîtê de asê man. Di encama hewldanên komên agirkujiyê û tenduristiyê de welatî ji wesayîtê hatin darxistin. Lê ajokarê TIR’ê Şaban Çînî bi giranî birîndar bûbû û tevî hewldanan rizgarkirinê jî jiyana xwe ji dest da. Kurê Çînî, Îsmaîl Çînî jî di qezayê de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.