Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn 2023-01-01 14:34:40 STENBOL - Ji bo Îsa Kûrtayê HPG'î ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn.    Ji 11 HPG'î û YAJ-STAR'iyên ku di êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de yên li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) li Başakşehîra Stenbolê şîn hat danîn. Şîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Başakşehîrê hat danîn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Kesên Jiyana Xwe ji Destadane ya Anatolyayê (ANYAKAYDER), malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin û endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê tevlî şînê bûn. Di şînê de dirûşmeya "“Bîji Serok Apo” hat berzkirin.    Di şînê de sînevîzyona ku behsa endamên HPG û YJA-STAR'ê yên di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê mewlûd hat dayîn.