ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-02 09:00:00     * Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, di dema qedexeyên derketina derve de bi 2 hevreyên xwe re hat qetilkirin. Dayika wê Behiye Nayir ku alaya têkoşîna wê hildaye, got: "Kaç min zêde ji vê dozê hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê ez ê bikim."    * Şevîn Kaya, parêzera Seroka TTB'yê Şebnem Korûr Fncanci, bilêv kir ku dadgeh di bin zextan de ye û got: "Ji lew re tenê 3 parêzer dikarin daxilî dozê bibin. Mafê parastinê hat binpêkirin."    * Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine asta ku qesda jiyana girtiyan dikin û got: "Binpêkirin hatine asteke wisa ku ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 665'emîn de berdewam bike.    * Rêveber û parlametnerên HDP'ê dê li navçeya Sûrê serdana gel û esnafan bikin. (12.00)   * Danişîna ewil a doza 19 jê girtî 89 siyasetmedar bi îdiaya "fînansmanê ji çalakiyên Kobanê re temîn kirine" tên darizandin dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike. (11.00)