‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye' 2023-01-02 09:00:48 WAN - Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine asta ku qesda jiyana girtiyan dikin û got: "Binpêkirin hatine asteke wisa ku ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye."    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan hatine asta ku qesda jiyana girtiyan dikin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); ji ber binpêkirinên mafan di sala 2022'yan de li girtîgehan herî kêm 76 girtî jiyana xwe ji dest dane û hejmara girtiyên nexweş jî nêzî hezar û 600'î ne.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Şaxa Wanê parêzer Nedîm Sarisaç, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî.    BINPÊKIRIN ZÊDE DIBIN   Sarisaç bilêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêdetir dibin û got: "Di xebatên me de, hat tespîtkirin ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin an jî dereng tên sewqkirin, xwarinê hindikî didin wan an jî hin xwarin hene bi qasî ku mirov nikaribe bixwe xirab in, avê hindik berdidin, hin gardiyan dixwazin girtiyan proveke bikin, weşanên kurdî nadin girtiyan, radyoyên wan ji wan hatine stendin. Her wiha îdareya girtîgehê bi awayekî kêfî davêje ser qawîşan û lêgerînê dike. Yek ji binpêkirinên herî sereke jî neberdana girtiyên ku înfaza xwe temam kirine."    MAFÊ JIYANÊ TÊ XESPKIRIN   Sarisaç girtiyên ku di sala dawî de jiyana xwe ji dest dane bibîr xistin û wiha got: "Li girtîgehan binpêkirinên mafan hatine asteke wisa ku em dibînin ku mafê jiyanê yê girtiyan jî ji dest wan tê stendin. Ev binpêkirin hatine asteke wisa ku ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye. Em dibînin ku desthilat jî ji bo jiholêrakirina vê tu gavan navêje."    TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ   Sarisaç destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîda li ser tecrîdê heye û ev tişt gotin: "Korîdor û hewadariya hevpar ku berê girtiyan dikaribû ew bi kar bînin, hatine qedexekirin. Ev qedexe di qanûnên wan de jî tune ne. Yanî qanûnên xwe jî pêk naynin. Tiştên li girtîgehan li hemberî girtiyan tên bikaranîn hem li dijî qanûnên navneteweyî hem jî li dijî yên neteweyî ne. Rêveberiya girtîgehê van tiştan bi fermana desthilatê dike. Tu rêveberiyên girtîgehan nikarin li gor xwe hereket bikin. Bi taybetî jî saziyeke bi navê Saziya Tiba Edlî (ATK) heye. Ev sazî bi temamî li dijî, qanûnê ye. Ev sazî li gor dîrektîfên hikûmetê hereket dike. ATK, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehan de bimînin. Yanî ne li gor qanûnan li gor fermanên desthilatê raporan çêdike."    Sarisaç diyar kir ku li gor tespîtên wan di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û di dawiyê de got: "Ev girtiyên nexweş, ji sewqkirina nexweşxaneyê bigire hema bibêje ji tu xizmetên tenduristiyê sûdê nagirin. Hin mirovên 80-90 salî girtî ne û hema bibêje ev kes tên îşkencekirin. Li benda mirina wan in. Bingehê van pêkanînan jî tecrîd e. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, niha li tevahiya girtîgehan bi awayê herî dijwar tê pêkanîn."