Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye 2023-01-02 09:02:13   ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, di dema qedexeyên derketina derve de bi 2 hevreyên xwe re hat qetilkirin. Dayika wê Behiye Nayir ku alaya têkoşîna wê hildaye, got: "Kaç min zêde ji vê dozê hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê ez ê bikim."    Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 4'ê Çileya 2016'an de Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di dema berxwedana xwerêveberiyan de, dema dixwestin derbasî taxeke din bibin ji aliyê sekvanan ve hedef hatin girtin û qetilkirin. Her sê jinên ku hatin qetilkirin mîrateya berxwedan û têkoşînê li pey xwe hiştin.    Pakîze Nayir ku ji malbateke 8 zarokî ye, weke zaroka 4'emîn a malbatê li gundê Zirîstanê yê girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê tê dinê û di 2 saliya xwe de ji ber zext û êrîşên dewletê ji bêgavî koçî Silopiyayê dikin û piştre jî gundê wan tê valakirin. Piştî ku li Silopiyayê bi cih dibin, bavê ku di karên avê de dixebitî, tayinî navçeya Nisêbînê Mêrdînê dibe. Ji ber vê malbat diçe Nisêbînê û 8 salan li wir dimînin. Paşê Nayir, wek karkera demsalî bi xwişk û birayên xwe re berê xwe dide herêmên Behra Spî û Behra Reş. Piştî ku hinekî li van deran dixebite dîsa tevî malbata xwe berê xwe dide Silopiyayê. Nayir ku ji xwendin, fêrbûn û têkoşînê hez dike û tişta ku wê ber bi têkoşîneke rêxistinî ve dibe jî êrîşa DAÎŞ'ê ya sala 2014'an a li ser Kobanê ye. Nayir ku ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê hêrs dibe, dayika xwe jî bi xwe re dibe û li sînorê Kobanê tevlî nobedê dibe û çar rojan li sînor nobedê digire. Nayir ku dixwaze zêdetir li sînor bimîne, li ser daxwaza dayika xwe piştî 4 rojên nobedê vedigere Silopiyayê. Nayir, piştî ku vedigere Silopiyayê esnaftiyê dike û bi xwişka xwe Fidanê re dikaneke kuaforê vedike. Pakize Nayir, ji aliyekî ve daxilî nava bazirganiyê dibe, ji aliyekî ve jî di nava xebatên siyasî de cih digire.   PIŞTÎ PAKIZEYÊ ZEXT, BINÇAVKIRIN, LÊPIRSÎN Û TEKOŞÎN    Di xebatên siyasî de, di avakirina Akademiya Mala Jinê de rastî Sêvê Demir û Fatma Ûyarê tê. Nayir ku di nav xebatên siyasî de cih digire li gel ragihandina xwerêvebirinê wekî Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê tê hilbijartin û bi awayekî çalak di nav xebatan de cihê xwe digire. Pakize Nayir, di dema qedexeyan de taxa ku lê de dimîne terk nake û dema bi hevreyên xwe Sêvê Demîr û Fatma Ûyarê dixwaze derbasî taxeke din bibe, bi 5 guleyan tê qetilkirin. Piştî ku Nayir tê qetilkirin, xwişka wê di avêtina ser malê de tê binçavkirin û piştre tê berdan. Xwişka wê piştre careke din tê binçavkirin û salekê di girtîgehê de dimîne. Der barê mamê wê Celalettîn Nayir de ku beşdarî merasîma cenazeyê wê bûye jî lêpirsîn tê destpêkirin. Dayika wê Behiye Nayir (67) ku 7 salin di wê kolana ku keça wê lê hatiye qetilkirin re derbas nebûye, piştî qetilkirina keça xwe soz dide û bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe û alaya wê ya berxwedanê hildide. Dayik Nayir hem di rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiyayê û hem jî di nav Meclisên Dayikên Aştiyê de cih xwe digire. Dayik Nayir di sala 2019'an de bi hinceta ku gotiye "Bila jin rabin ser pêyan" tê binçavkirin û bi şertê bi kontrolkirina edlî û sê mehan cezayê hepsê yê malê didinê.    Dayik Behiye Nayir ku got "Keça min ji rêxistinê pir hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê ez ê bikim" der barê têkoşîna keça xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   'KOBANÊ BANDOREKE MEZIN LI SER WÊ KIR'   Dayik Nayirê anî ziman ku ji ber zextan koçî bajêr kirine û got: "Di wê wextê de pêvajo nexweş bû. Ji ber wê jî me koçî bajêr kir. Piştî hatina me, gund hat valakirin. Dema em hatin vê derê zarokên me biçûk bûn. Pakize li vir dibistan xwend. Piştî çend salan, tayina hevserê min derket û em derbasî Nisêbînê bûn. Piştî çend salan, em dîsa hatin Silopiyayê. Li vir Pakizeyê bi xwişka xwe re dikaneke kuaforê vekir. Di temenê xwe yê biçûk de pirtûk dixwendin. Ji xwendinê pir hez dikir. Di zarokatiya xwe de rêxistinê nas kiribû. Mereqa wê rêxistin bû û gelek ji rêxistinê hez dikir. Her carê digot, 'Dayê dewlet dibêje em li dijî terorê têdikoşin. Lê ev ne têkoşîna li dijî terorê ye, ev têkoşîne li dijî kurdan e, dixwaze gelê kurd tune bike. Kurd, ji bo nasnameya xwe têdikoşin, doza zimanê xwe û heq û hiqûqa xwe dikin, çi yê me ji wan kêm e? Em xwediyê vê axê ne.' Her carê wiha digot. Piştre êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê destêpkirin. Zilma li ser Kobanê bandoreke gelek mezin li ser wê kir. Ez û ew bi hev re çûn sînorê Kobanê. Wê nexwest bê, min got, 'em ê biçin.' Piştî ku em vegeriyan bû endama HDP'ê. Her digot, 'Dayê çi ji destê me tê divê em ji bo Kobanê bikin."   LI PEY DOZA KEÇA XWE DIMEŞE   Behiye Nayirê diyar kir ku wê alaya têkoşînê ya keça xwe dewr girtiye û got ku heta ew sax be dê têbikoşe. Nayirê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ne teror in. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê heq û hiqûqa zarokên xwe bipirsin. Bila kujerên zarokên me aşkere bikin. Ma Pakîze xelas dibin? Pakize xelas nabin. Tu yekê/î bikujî, 20 kes dikevin şûna wê/wî. Min navê Pakîzeyê li neviya xwe kiriye. Ew Pakîze çû û li şûna wê yeke din hat. Em naxwazin kesek bê kuştin. Em dixwazin aştî çêbibe. Kurd û tirk ne neyar in. Piştî Pakîzeyê min di nav xebatan de cihê xwe girt û bûm endam. Ji wê demê heta niha di nav xebatên partiyê de me. Min ji ber xatirê keça xwe di nav de cihê xwe girt. Zêde ji vê dozê hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku min gotibû, 'bila jin rabin ser pêyan' ez binçavkirim û cezayê hepsa malê dan min. Agir bi malê biketa min ne dikarî derbikevim. Çi heqê wan li ser me hebû? Rêza wan ne ji goristanên me re, ne ji miriyên me re heye. Hestiyên zarokên me bi kargoyan ji me re dişînin. Çi heqê wan heye? Îman û wijdan nîn e? Keça min jî ji ber ku xwîşka Pakizeyê bû hat girtin. Li şûna ku kujerên zarokên me ceza bikin, me ceza dikin. Keçên me aştî û edalet dixwestin. Lê her carê jin hedef tên girtin. Li Parîse her carê hedefgirtina jinên tekoşer jî ne rasthatinek e. Heqê wan li erdê namîne. Heta ez hebim ez ê têbikoşim."