Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin 2023-01-02 11:14:14 ENQERE - Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya nobedê berdewam kirin û gotin: “Divê birêz Ocalan demildest bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.”    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer û malbat bikaribin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin hevdîtinan bikin, xwestin li ber Wezareta Dadê çalakî li dar bixin. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Mehmet Ruştu Tiryakî, Hasan Ozguneş, Abdullah Koç û Kemal Bulbul xwestin ji ji ber Meclisê heta ber Wezareta Dadê bimeşin lê polîsan meşa wan asteng kirin. Parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê li gorî hiqûqê tevbigerin” hildan.    ‘TECRÎD BÛYE MODELA RÊVEBERIYÊ’    Parlamenter li cihê hatinastengkirin daxuyanî dan. Li ser navê parlamenteran, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari axivî û destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye modela rêveberiya tecrîdê û ji ber agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin û fikara gel zêde bûye ji 21’ê kanûnê ve çalakî li dar dixin û dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk were. Hatimogûllari got îktidar dixwaze tevahiya siyaseta muxalîf tecrîd bike. Hatimogûllari anî ziman ku Tirkiye bi tecrîda girankirî dikeve sedsala duyemîn a komarê û ew di bin şertên giran ên tecrîdê siyasetê dikin. Hatimogûllari da zanîn ku pergala tecrîda li Îmraliyê ji geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê qut nîne û got: “Bi destê yek zilamî tê xwestin ku li welat rejîma otorîter bê avakirin. Îradeya gelê kurd tê tecrîdkirin.” Hatimogûllari diyar kir ku kûrkirina şer û girankirina tecrîdê dê nebe çareserî û ew dixwazin li dijî polîtîkaya şer û tecrîdê li vî welatî jiyanek wekhev û hevpar bicih bikin.    JI TENDURISTIYA ABDULLAH OCALAN FIKAR TÊN KIRIN    Hatîmogûllari pêşniyazên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê bi bîr xist û got: “Îro birêz Ocalan îşaretên pir girîng pêşkêş kir û diyar kir ku di hevdîtinên pêvajoya aştiyê de ev pirsgirêk dikare were çareserkirin. Em li dora xwe bizivirin û ji her kesî bipirsin, werin em li xwe bizivirin û bipirsin; ji civaknas, akademîsyen û kesên ku di vî warî de xebitîne; gelo heke nakokî hebe, ev pirsgirêk çawa dikare were çareserkirin? Ev pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe, bi rûniştina li ser maseyê bi muxataban re çareser dibe. Çavê sêyem li hev tê û hel dibe. Ev hat ceribandin û vî welatî di wê demê de bêhna xwe girt. Em dibêjin wekî gelên Tirkiyeyê em hemû amade ne ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji ber ku ev îktidar bêyî ku vê pirsgirêkê çareser bike ji holê rabe, wê carek din nêzî dawiya xwe bibe. Ji hikûmetên berê ders tên derxistin, lê ev îktidar kevneşopiya dewletê ya 40 salî didomîne û xitimandina çareseriyê ferz dike, dibe sedem ku pirsgirêk kûr bibin û hesta jiyana hevpar ji holê rabe. Em dixwazin hemû gel, netew û bawerî li ser heman axê bijîn. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê wek mafekî sereke dibînin. Li şûna tecrîda girankirî ya li ser kesên têdikoşin, em diyalogê dixwazin, berovajî vê yekê diyaloga ku di dema aştiyê de tê xwestin bê avakirin. Em dixwazin demildest tecrîd bi dawî bibe. Piştî hevdîtina CPT’iyê di serî de malbata wî, gelê kurd, hemû gelên herêmê û hêzên demokrasiyê ji tenduristî û jiyana birêz Ocalan gelekî bi fikar in."   ‘DIVÊ DEMILDEST HEVDÎTIN PÊK WERE’    Hatîmogûllari gazî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir û wiha got: “Di serî de wezîfeya Wezîrê Dadê û paşê jî wezîfeya Qesrê ye ku di vê mijarê de daxuyanî bide. Wezîrê Dadê nikare erka xwe pêk bîne, ji ber ku wezareta dadê girêdayî rejîma li Qesrê ye ku hemû biryar ji Qesrê bo wan tên. Em careke din ji vê rejîma qesrê re dibêjin û dixwazin; pêwîste raya giştî ji jiyan û tenduristiya birêz Ocalan û hevalên wî agahdar bibe û divê guh li vê daxwazê guhdar bikin. 'Mafê hêviyê' ji bo hemû kesên ku di girtîgehan de ne mafek sereke ye. Li ser esasê 'mafê hêviyê' em dixwazin tecrîda li ser Îmraliyê bi taybetî birêz Ocalan rabe û bi parêzer û malbatên xwe re ku mafekî destûrî ye, demildest hevdîtin pêk bên. Heta ku ev daxwaz pêk werin em ê tevî astengiyan jî vê nobedê bidomînin.”