Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin 2023-01-02 12:45:30   STENBOL - Duh di saetên şevê de polîsan li Stenbolê bi çekan êrişî ciwanan kir û di encamê de 2 ciwanên ku navên wan nehat zanîn birîndar bûn.   Duh saetên şevê de li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi giranî birîndar kirin. Polîsan li Taxa Kanarya ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ciwanek ji lingê xwe birîndar kir. Dîmenên êrişê hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan berê çeka xwe daye serê ciwanê navborî. Yek ji kesên ku bûyer dikişand dema digot; “Lê binêre dê guleyê lê bide. Kêliya ku guleyê ber dide bikişîne.” dengê guleyekê hat.    POLÎSAN BI QONTAXA ÇEKÊ BI GIRANÎ BIRÎNDAR KIR   Li Taxa Turgut Reîs a Esenlerê jî polîsan qontaxa çekê li serê ciwanekî xist û bi giranî birîndar kir. Li gorî agahiyan, ciwanê ku navê wî nehat zanîn ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Li ser vê yekê jî ciwanî bertek nîşan da û polîsan jî bi qontaxa çekê li serê ciwanî xist û birîndar kir. Yek ji şêniyên taxê ku şahidiya bûyerê kir, got ku ciwan bi giranî hatiye birîndarkirin û piştre rakirine nexweşxaneyê. Ji şêniyên taxê kesekî jî got ku ciwanê behsa xeberê bi kurdî bertek nîşanî polîsan da ye.    DI MEHEKÊ DE 3 CIWAN HATIN KUŞTIN   Di nava mehekê de polîsan li Stenbolê 3 ciwan kuştin. Ciwanê bi navê Haci Gelenler (25) di 6’ê kanûnê de li navçeya Fatîhê hate kuştin. Polîsan li navçeya Beyoglûyê bi îdiaya diziyê gule li ciwanên li motorsîklêtê siwar barandin. Guleyek li serê jina ciwan a bi navê Zuhal Ebrar Yildiz (18) ket ku li ser rêya xwe diçû û mir. Her wiha polîsên ku li ser îxbara pevçûnê di 29’ê mijdarê de hatin Kolana Mîs a li Taksîmê, gule li ciwanan barandin û ciwanê bi navê Goktug Efe Yilmaz (19) kuştin.