HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir 2023-01-02 15:27:47   AMED - Şandeya HDP'ê û Partiya Çep a Kesk, serdanên xwe yên gel li gundê Til Elo ya girêdayî navçeya Sûrê bi dawî kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk, serdanên xwe yên tax û gundên Amedê bi dawî kir. Şandeya ku ji Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û hevserok û rêveberên her du partiyan jî din av de pêk dihat, îro li gundê Til Elo yê bi ser navçeya Sûra Amedê ve bi gel re civiyan û serdanên xwe bi dawî kirin. Şandeya HDP'ê di serdanê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan û her wiha zextên li ser gelê kurd û HDP'ê.    Di civînê de Parlementer Remziye Tosûnê bi lêv kir ku kurd di pêvajoyekî pir giran de derbas dibin. Tosûn bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Tecrîda ku li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan tê kirin, roj bi roj girantir dibe. Her wiha dixwazin tola Kobanê jî ji HDP’ê bistînin. Ji ber ku li Kobanê felsefe û bîrdoziya birêz Ocalan belav bû. Nahêlin ku tu agahî ji birêz Ocalan bê girtin. Nêzî du sal in ji Îmraliyê tu agahî nehatine stendin. Em li dijî vê yekê li derdora partiya xwe û demokrasiyê bibin yek."    Tosûn bal kişand ser girîngiya rol û helwesta gelê kurd a di hilbijartina giştî de jî û got: “Mifteya siyaseta Tirkiye û Kurdistanê deng û helwesta gelê kurd e û HDP ye. Roj roja xwedî derketin, serfirazî û yekbûyînê ye.”    Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.