Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî 2023-01-02 16:20:48   KONYA - Ramazan Karataş ê 30 sal in girtî ye li Girtîgeha Eregliya Konyayê xistin hucreya yek kesî.    Ramazan Karataş 30 sal in girtî ye. Wê ji Girtîgeha Balikesîrê ya Tîpa L’yê bi hêceta “ewlehiya canê te nîne” sewqî Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind kirin. Hat zanîn ku Karataş li vê girtîgehê xistine hucreya yek kesî. Karataş di pêwendiya telefonê ya dawî de ji malbata xwe re got: “Min xistine hişê xwe. Ji jiyana xwe bi fikar im.”    30 SAL IN GIRTÎ YE    Karataş di sala 1993’yan de tê girtin û cezayê muebeda girankirî lê tê birîn. Heta niha li girtîgehên bajarên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol û Balikesîrê maye. Sê sal bûn li Girtîgeha Balikesîrê dihat ragirtin.    Birayê Karataş, Enver Karataş diyar kir ku li gel kekê wî nexwestiye jî wî bi darê zorê birine Girtîgeha Eregliyê û niha di hucreya yek kesî de radigirin. Enver Karataş anî ziman ku kekê wî di nava girtiyên edlî de bi tundiya derûnî re rûbirû maye û wî jî li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye.    JI MALBATÊ SÊ KES HATINE QETILKIRIN    Karataş anî ziman ku ew bi malbatî ji vê rewşê bi fikar in û wiha got: “Malbata me berê jî bi rewşên wiha re rûbirû ma. Bavê min di sala 1993’yan de hat girtin û ji ber îşkenceya lê hat kirin, nexweş ketibû û piştî hat berdan demek kin şûnve jiyana xwe ji dest da. Heman salê birayê min Alî jî hat binçavkirin û ji ber tundiya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. Leşkeran wî kir binçavan bir û dotira rojê gotin werin cenazeyê xwe bibibin. Birayek min din Ebûbekîr Karataş jî 7 sal di girtîgehê de ma û gotin ‘nexweş e’ û bi îşkenceyê hat kuştin. Ji ber van sedema em ji rewşa kekê min bi fikar in. Em ditirsin ku tiştekî bînin serê kekê min. Çimkî berê tiştên wiha hatin serê me.”