Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin 2023-01-02 18:33:37   ENQERE - Di danişîna ewil a doza der barê 89 kesan de ku bi îdiaya çalakiyên Kobanê "fînanse kirine" hatiye vekirin, parêzeran diyar kirin ku muwekîlên wan ji dosyeyên ku bi heman îdiayan hatine vekirin beraet kirine û gotin ku dadgeha ku niha danişîn lê tê lidarxistin, nekarbidest e.    Danişîna ewil a doza der barê 19 jê girtî 89 kesan de ku bi îdiaya çalakiyên Kobanê yên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de "fînanse kirine" hatibû vekirin, li Hêwana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Danişîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 18'an a Enqereyê vê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê," "avakirina rêxistinê" û "birêvebirina rêxistinê" tê lidarxistin. 60 parêzer mudaxilî danişîna dozê bûn. Parlementerên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz, Oya Ersoy, Mehmet Ruştu Tiryakî, Mahmût Celadet Gaydali, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz û gelek kes jî danişînê temaşe kirin.    Li hêwana danişînê gelek polîs û cendirme hatin bicihkirin. Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû bertek nîşanî vê da û got ku ev hêwan ji bo danişişînê ne guncav e, divê danişîn li hêwana ku Doza Kobanê bê lidarxistin.    Çendî danişîna ewil a dozê bû jî, şandeya dadgehê îdianameyê nexwend û xwest siyasetmedarên tên darizandin parastina xwe bikin. Parêzerên dozê li ber vê rabûn û gotin pêşî divê îdianame bê xwendin.    Parêzeran destnîşan kir ku li Enqereyê amadekirina vê dozê, nîşan dide ku eleqeya vê bi atmosfera siyasî re heye û gotin ku ya hatiye kirin ne objektîf e. Her wiha parêzeran diyar kir ku muwekîlên wan ji dosyeyên ku bi heman îdiayan hatine vekirin beraet kirine û gotin ku dadgeha ku niha danişîn lê tê lidarxistin, nekarbidest e.     Heyeta dadgehê ji bo nirxandina îtirazên parêzeran navber da danişînê.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de, der barê 91 kesî de biryara binçavkirinê hatibû girtin. Piştî biryara binçavkirinê di 12'Ê Nîsana 2022'yan de li Stenbol, Îzmîr, Mêrs,în, Edene, Êlih û Amedê endamên HDP'ê, hevşaredarên berê, cîgirên şaredaran ên berê, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê jî di nav de 48 kes di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 18 kes di 22'yê Nîsanê de hatibûn girtin. Ji kesên hatibûn berdan jî piştî îtiraza dozgeriyê gelek kes hatibûn girtin. Ji wê rojê heya niha 13 kes hatine berdan û 18 kes hê jî girtî ne.