Li Amedê polîsan li welatiyekî xist 2023-01-02 23:12:11   AMED - Li Amedê polîsan welatiyê bi navê Emre Elaltûnterîn dan sekinandin û lêxistin.    Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan ji bo GBT'yê welatiyê bi navê Emre Elaltûnterîn dan sekinandin. Piştî ku Elaltûnterîn dibêje ez ji nimêjê dereng mam, polîs lêdixin.    Di dîman de ku li ser medyaya sanala hatine belavkirin tê dîtin ku polîs gava ji Elaltûnetrîn dipirsin "tu bi çî xwe bawer dikî?", ew jî dibêje "Ez ji xwedayê xwe bawer dikim." Gava Elaltûnterîn wisa dibêje, polîs şîmaqê li ser çavê wî dixe.