ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-03 09:00:01   * Ji sê jinên siyasetmenderên kurd ku li Silopiyayê hatine qetilkirin Fatma Uyar li pişt xwe tekoşîneke bêhempa hişt. Dayika wê Hatîce Uyar diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza wê bimeşe û got: "Keça min rêya heqiyê de mir, serê min netewand, ez bi wê serbilind im û ew şehîda Kurdistanê ye."    * Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtayê HPG'î ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, got: "Gava ji min re gotin ez jî bi wan re mirim. Çima her kes tenê temaşe dike?"    * Nivîskar Veysî Sarisozen hevdîtina di navbera hikûmeta AKP’ê û rejîma Şamê weke “nîşaneya têkçûn û bêçaretiyê” nirxand û wiha got: “Tirkiye li hemberî kesên ku nikare têk bibe serî tewand. Niha planên têkbirina Şoreşa Rojava dike. Yên ku van planan dikin neçarî têkçûnê ne.”   * Malbata endama YJA-Starê Havva Alkan ku di şerê li Zapê de jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku zilma li ser civakê û malbatê bandor li ser keça wan kiriye û ji ber zilma li malbatê hatibû kirin û li civakê tê kirin berê xwe da çiyê.   * Li Geliyê Zîlan li ser hestiyên bi hezaran qurbaniyên komkujiyê bendav hat çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re hestiyên mirovan derketin holê. Parêzer Jiyan Ozkaplan got tevî serlêdana wan jî lêkolîn nehatiye destpêkirin.    * Şaredariya Dersimê hewl dide ku li nêzî gundê Sutluceyê "Tesîsa Berterefkirina Bermayiyên Hişk" çêbike. Gundiyên ku çêkirina tesîseke bi vî rengî naxwazin, xwestin ku Şaredariya Dersimê demildest dest ji çêkirina tesîsa navborî berde.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 666'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza ku 19 jê girtî 89 siyasetmedarên ku bi hinceta "fînansekirina çalakiyên Kobanê" tên darizandin dê di roja duyemîn de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna ewil a doza Mehmet Uytun ê ku ji aliyê polîsan bi fişeka gazê hatibû kuştin dê li Dadgeha Cizîrê bê lidarxistin. (10.30-12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan, wê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45)   * Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî doza girtina partiya xwe wê li avahiya Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)