Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye 2023-01-03 12:32:46   RIHA - Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar didome. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Her çend ku rojeva welêt aborî be jî, pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî û bêliyaqetî ye.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 666’an de jî berdewam kir. Nobeta malbatê li pêşiya Edliyeyê didome.    Malbatê têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Her çend ku rojeva welêt aborî be jî, pirsgirêka bingehîna welêt bêedaletî û bêliyaqetî ye. Her zema ku li mûçeyan tê kirin, ji bilî zêdekirina enflasyonê bi kêrî tiştekî nayê. Çareserî edalet, demokrasî û bihêzkirina Meclisê ye.”