Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da 2023-01-04 09:02:39 ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku AYM'ê di doza Nîhat Kazanhan de biryareke emsal daye û got: "Ev biryareke girîng e, ji berterefkirina feraseta 'em çi qasî dijî hiqûqê tevbigerin jî em ê nekevin ber lêpirsînê.'"    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), çend roj berê biryara xwe ya der barê qetilkirina Nîhat Kazanhan de ku di 14'ê Çileyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, eşkere kir. Di biryarê de hat destnîşankirin ku mafê jiyanê yê Kazanhan hatiye binpêkirin. Parêzerê malbata Kazanhan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, biryara AYM'ê nirxand.    BIRYAREKE EMSAL   Dîlsîz anî ziman ku 7 sal in li dijî polîtîkaya bêcezatiyê têdikoşin û got ku biryara AYM'ê biryareke girîng e. Dîlsîz diyar kir ku di 20 salî de zêdetirî 300 zarok ji aliyê polîs û eskeran ve hatine qetilkirin û wiha got: "Ev biryara AYM'ê, ji hêlekê ve em kêfxweş kirin. Ji bo pêşî li ber bûyerên bi vî rengî bê girtin, em demeke dirêj têkoşiyan."    Dîlsîz destnîşan kir ku ev biryara AYM'ê biryareke emsal e û ji bo vê ev tişt gotin: "AYM'ê, anî ziman ku biryara dadgeha herêmî ya der barê kuştina zarokekî 12 salî ku ji aliyê polîsan ve hedef hatibû girtin, wekî biryareke şaş nirxand. AYM'ê biryar da ku hem di dema lêpirsînê hem jî di dema darizandinê de divê di navbera ceza û sûc de rêgeza wekheviyê esas bê girtin. Dadgeha herêmî gava ceza birîbû, serî li kêmkirina tehrîka neheq dabû. Îstinaf û Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kiribûn. Lê AYM, li ser xalên ku me behsa wan kir sekinî û dosyeyê ji dadgeha herêmî re şand. Ev biryar, ji bo pêşîgirtina sûcên bi vî rengî girîng e."    Dîlsîz bilêv kir ku di dosyeyên bi vî rengî de, di dema lêpirsînê de pirsgirêkên cidî rû didin û got: "Delîl tên reşkirin û ser wan tê nixumandin. Wê demê midûriyeta polîsan û walîtiyê daxuyanî dabûn û parastibûn ku roja bûyerê polîs ne li wê derê bûne. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyandibûn ku polîsan ev tişt nekiriye."    GIRÎNGIYA BIRYARÊ    Dîlsîz destnîşan kir ku biryara AYM'ê ji gelek aliyan ve girîng e û wiha domand: "AYM, di briyara xwe de ji leşker û polîsan re dibêje, 'Ma di her bûyerên civakî de gava hûn bi tehrîkê re rû bi rû bimînin hûn ê mirovan bikujin? Azadiyeke we ya bi vî rengî tune ye.' Ev xalên ku AYM'ê pêşî li ber hin titşan bigire. Ji lew re feraseteke wiha heye; 'em çi qasî dijî hiqûqê tevbigerin jî em ê nekevin ber lêpirsînê.' Lewma ev biryar ji bo berterefkirina vê fereasetê pir girîng e."    ÇI QEWIMÎBÛ?   Nîhat Kazanhan, di 14'ê Çileya 2015'an de li Taxa Yafesê gava li nêzî mala xwe bi hevalên xwe re bi gogê dilîst, polîsên tevgera taybet ew hedef girtibûn û qetil kiribûn. Serowezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ji bo vê gotibû: "Ne pêkan e ku bi fîşekên peywirdarên emniyeta me hatibe kuştin." Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Efkan Ala jî îdia kiribû ku polîsan çek bi kar neaniye û ser bûyerê nixumandibû.    Lê dîmenên ku piştî bûyerê derketibûn holê, nîşan dabûn ku Kazanhan bi fîşeka ji serê xwe xwariye miriye. Di dîmenan de xuya kiribû ku gava polîs bi bombeyên gazê êrişî koma çalakgeran dike, zarok jî bi keviran bersivê didin û di kêliyê de bi dengê çekan Nîhat Kazanhan dikeve erdê.    Piştî dîmenan lêpirsîn hatibû destpêkirin û polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez hatibû girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrî, di sala 2016'an de ewilî cezayê muebedê li polîs Goçmez birîbû. Dadgehê paşê serî li "tehrîka neheq" û "rewşa baş" dabû cezayê Goçmez kêm kiribû, daixstibû 13 sal û 4 mehan.    Her wiha li 3 polîsan jî bi hinceta ku "sûc ranegihandine" 5 meh ceza hatibû birîn. Îtiraza parêzeran jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû redkirin û ceza hatibûn erêkirin.   Piştî vê parêzerên malbatê serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê jî biryar da ku "mafê jiyanê" hatiye binpêkirin û ji bo jinûvedarizandinê dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrê re şand. Her wiha AYM'ê biryar da ku 90 hezar TL tazmînat jî bê dayîn.    MA / Dilgeş Rûvanas