Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin 2023-01-04 10:08:57   RIHA - Jinên rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Rihayê diyar kirin ku ew ê piştgiriya Emîne Şenyaşar bikin û destnîşan kirin ku divê têkoşîna ji bo Emîne Şenyaşar bê berfirehkirin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de hatibûn hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar salek din jî li pey xwe hişt. Emîne Şenyaşar di sala 2022’yan de tevî hemû êriş, zext, astengî, lêpirsîn û dozên lê hatin vekirin jî bexwedana xwe domand. Di meha dawî ya 2022’yan de du lêpirsînên cuda derbarê Emîne Şenyaşar de hatin vekirin. 667 roj in nobeda xwe didomîne û heta niha 17 lêpirsîn derbarê wê de hatine vekirin. Ji van lêpirsînan 6 lêpirsîn veguherîn dozê.    HETA EDALET WERE DÊ NOBEDA XWE BIDOMÎNE    Emîne Şenyaşar ku nobedê didomîne diyar dike ku xwesteka wê tenê edalet e û heke edalet bicih neyê dê di sala 2023’yan de jî li ber edliyê nobeda xwe bidomîne.    Jinên rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Rihayê dan zanîn ku ew li cem têkoşîna mafdar a dayika Emîne ne û ji bo doza Malbata Şenyaşar xwestin edalet pêk were.    HDP: EM BI DAYIKA EMÎNE RE NE    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê Aliye Kizildamar diyar kir ku Emîne Şenyaşar yek ji berxwedêra ku pêşengiyê ji têkoşîna jinan re kiriye ye û dayika Emîneyê li gel hemû zextan û gefan jî li ber xwe da û hemû dinya bi neheqiya li dijî wê hesiya. Kizildamar anî ziman ku ew çawa di sala 2022’yan de piştgirî dan têkoşîna wê dê ji niha şûnve bi awayek xurttir têkoşîna wê destek bikin û li cem wê bisekinin. Kizildamar got ew bihêvî ne ku wê sala 2023’yan bibe sala bicihanîna edaleta bo dayika Emîne û her kesê ku edaletê dixwaze.    CHP: EM LI BA DAYIKA EMÎNE NE    Seroka Baskê Jinan a CHP’a Rihayê Gîzem Çetîner jî da zanîn ku ew ê li cem têkoşîna dayika Emîne a mafdar cih bigirin heta ku daxwaza wê ya edaletê pêk were.    ÎHD: DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINA MAFAN WERE    Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê parêzer Sumeyye Koç jî bi bîr xist bi salan şûn ve biryara veşarî ya li ser dosyeyê rabû û doz hat vekirin. Koç da zanîn ku di doza hatiye vekirin de daxwazên Emîne Şenyaşar nehatine bicihanîn û got: “Di doza hatiye vekirin de jî nade nîşandan ku wê faîlên rasteqîn bi awayek adilane bên darizandin. Em dixwazin ku daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar bi awayek rasteqîn pêk were. Heta ku daxwaza wê bicih neyê dê nobeda xwe bi dawî neke û dê li ber edliyeyê be. Tiştên ku tînin serê malbatê li dijî rêgezen mafên mirovan e. Em dixwazin dawî li neheqiya li ser malbatê were û demildest daxwazên wê werin qebûlkirin.”    OHD: BILA NEHEQÎ BI DAWÎ BIBE    Endama Komeleya Hiqûnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku ew her tim li cem têkoşîna malbatê bûn û wiha got: “Em ê ji niha şûn ve jî li ba malbatê bin û em ê her piştgiriyê bidin. Em hêvîdarin ku neheqî bidawî bibe û di serî de daxwaza malbata Şenyaşar û hemû kesên edaletê dixwazin bicih were û li Tirkiyeyê rewşa heyî ya bêhiqûqî û bêdelatî bi dawî bibe.”    BARO: ÇI JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN    Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulitan Paydaş jî anî ziman ku di sala 2022’yan de polîsan bi awayek bêhiqûqî lêpirsînan derbarê malbatê de da destpêkirin û tundî li malbatê kirin û got: “Di sala 2022’yan de tundiyek fizîkî û psikolojik ku nehatiye dîtin li malbatê hat kirin. Hê jî rayedaren darazê daxwaza malbatê bicih neanîne. Em dibînin ku di dozê de darizandinek adilane nîne. Baroya Rihayê ji nêz ve neheqiya li ser malbatê dibîne û şahidiya vê dike. Em ê jî wek Baroya Rihayê çi ji destê me were em ê ji bo dayika Emîne û doza wê bikin.”    MA / Mujdat Can