‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’ 2023-01-04 10:51:57   AMED - Aktîvîsta TJA’yêMeryem Yildiz diyar kir ku têkoşîna jiyana alternatif a jinên kurd dewletên desthilata meran ditirsîne û got: “A ku tê qetilkirin ne bedena jinan e, dixwazin felsefeya jinan qetil bikin. Qetlîamên pêk tên tolhildana dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ye.”    Roj tune ku jin nayên qetilkirin. Bi taybetî jî jinên pêşengên têkoşîna azadiya jinên kurd di çend salên dawî de li pey hev hedef hatin nîşandan û hatin qetilkirin. Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, di 4’ê Çileya 20162an de Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li Silopiya, Denîz Poyraz di 17’ê hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’a Îzmîrê, Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de li Tahranê, Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê li naverasta kolanê û Emîne Kara (Evîn Goyî) di 23’ê kanûna 2022’yan de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin qetilkirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryem Yildiz êrişên li ser qetilkirina jinên kurd axivî û destnîşan kir ku bi kuştina û êrişên li dijî jinên kurd desthilatdar dixwazin tola “Jin jiyan azadî” ji jinan û kurdan bistînin û ew ê têkoşîna jinên hatine qetilkirin bidomînin.    ‘JINÊN KURD SÎNORAN DERBAS KIRIN’    Yildiz diyar kir ku êdî têkoşîn û destkeftiyên jinên kurd sînoran derbas kirine û kuştina hemû jinên kurd ên pêşeng ji hev qut nîne. Yildiz got serhildana jinên kurd bi ruhê “Jin jiyan azadî” li seranserî cinyayê belav bûye û ev jî hêz û têkoşîna jinên kurd dide nîşandan. Yildiz da zanîn ku êrişên îktidaran ên li dijî jinên birêxistinkirî her ku diçe zêdetir dibin û got: “Em jin her ku xurt dibin, birêxistin dibin û destkeftiyên me zêde dibin, êrişên faşîzma îktidaran jî li ser jinan zêdetir dibin. Di şerê li dijî kurdan de armanca sereke jinên kurd in û dixwazin destkeftiyên wan tune bibin. Bi salane jinên kurd têdikoşin û li ber xwe didin. Tu demê ewqas êriş zêde nebûbûn. Lê ev demek dirêje li ser jinên kurd û jinên dinyayê êriş û zextên sîstematîk zêde bûne. Lê têkoşîna jinan sînoran derbas kiriye.”    ‘DIXWAZIN FELSEFEYÊ QETIL BIKIN’    Yildiz bal kişand ser armanca êrişên li dijî felsefeya jinan û wiha got: “A rast tişta ku tê kuştin ne bedena fîzîkî ya jinan e. Ya kut ê qetilkirin felsefeya jinan e. Tişta ku jin dixwazin bikin, jiyanek civakî ye. Çimkî destkeftiyên tevgera jinan destkeftiyek û serketinek civakî ye. Bi kuştina Jîna Emînî re serî rakirina jinan bû awayek gerdûnî. Serhildana jinên kurd li tevahiya cîhanê belav bû. Dirûşma li Îranê tê berzkirin, dixwaze ku rejîm tune bibe. Çimkî niha herî zêde li Îranê jin di bin zexta rejîmê de ne.   TILA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ DISTÎNIN    Dema em li sal û demên dawî dinêrin kuştina Denîz Poyraz, Nagihan Akarsel û Evîn Goyî ne ji rêzê ye û ne jî tesadûfî ye. Ev êriş hemû bi hev ve girêdayî ne û li dijî nasnameya jinên kurd pêk tên. Ev êriş ji berzkirina dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ qut nînin. Dixwazin tola dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji me jinên kurd bistînin. Çimkî ev ruh û serhildana me tisek mezin dide îktidaran. Çimkî îktidar ji felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ditirsin. Lewma jî li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê li dijî sazî û dezgehên me û li dijî hevalên me êrişên qetlîamê pêk tên. Em ê bi her awayî bi ruhê têkoşîna û felsefeya xwe li ber van êriş û tundiyê rabin û paşve gav neavêjin. Em ê bi têkoşîna xwe her wan bitirsînin. Her ku em birêxistin bibin û xurt bibin, bila ew jî bitirsin. Wê têkoşîn û mîrateyên hevalên me hatine qetilkirin li erdê nemîne. Em ê her ala têkoşîna wan ba bikin.”    MA / Eylem Akdag