Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin 2023-01-04 12:00:22 WAN - Ji bo Mîr Perwer ê li Parîsê hate qetilkirin li bajaroka Ewran a Mûşê, ji bo Abdûrrahman Kizil jî dê li navçeya Qaxizman a Qersê merasîmeke cenaze ya girseyî bê lidarxistin.    Ji bo Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ji Tevgera Çandê ku di 23’yê kanûnê de li paytextê Fransayê Parîsê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin dê li bajaroka Ewran a girêdayî navenda Mûşê, ji bo Abdûrrahman Kizil jî dê li navçeya Qaxizman a Qersê merasîmeke cenaze ya girseyî bê lidarxistin.    LI MÛŞ’Ê WÊ MERASÎMEKE GIRSEYÎ WERE LIDARXISTIN   Cenazeyê Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê wê sibê saet di 14.00’an de piştî ku ji aliyê malbata wî û şandeyekê ve hate wergirtin wê bibin navenda Mûşê. Pişt re wê cenaze li Xaçerêya Şeker Pancari bi girseyî were pêşwazîkirin û bi konvoyê bibin Ewranê. Piştî merasîma girseyî ya li ber mala malbatê were lidarxistin, cenaze dê li goristana bajarok were veşartin. Tê payîn ku dê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di merasîma cenaze de biaxive. Piştî merasîma cenaze ku dê parlamenterên HDP’ê jî tev li bibin, wê serdana şîna ku dê li navenda Mûşê were danîn bê kirin.    CENAZEYÊ KIZIL DÊ BÎNIN QERSÊ    Cenazeyê Abdûrrahman Kizil jî wê saet di 10.30’an de piştî li Balafirgeha Qersê hate pêşwazîkirin wê bi rêya bejahiyê bibin gundê Qeregûnî yê girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz dê di merasîma cenaze de axaftinekê bike. Piştî merasîma cenaze ku dê parlamenterên HDP’ê jî tev li bibin, wê serdana şîna ku dê li navenda navçeya Kaxizmanê were danîn bê kirin.