Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir 2023-01-04 14:01:15   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê 6 girtiyan li dijî binpêkirinên mafan du roj in dest bi greva birçîbûnê kirine.   Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê ya Tîpa T’yê Jimara 1’an 6 girtî li dijî serdegirtina qawîşan û jimartina li ser pêya di 3'yê çile de dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat diyarkirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de Habîl Emen, Yusuf Bîrkan, Yusuf Erkek, Mehmet Emîn Dal, Sîraç Keskîn û Cumalî Yildirim in. Cumalî Yildirim û Harun Paçal ku di nav girtiyan de ne, li gel malbatên xwe hevdîtin kirin.    JI BO GIRTIYAN BANG    Malbatan di dîmena ku piştî hevdîtinê li ber girtîgehê kişandin de gotin: "Zarokên me di hundir de bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Ji bo dengê me bê bihîstin divê hemû girse bikevin nava tevgerê. Zarokên me niha di xeteriyê de ne. Ewlehiya canê wan nîne. Komên din jî wê dest bi greva birçîbûnê bikin. Rêveberiya girtîgehê beriya niha soz dabû ku dê daxwazên wan bi cih bîne lê belê daxwaza girtiyan bicih neaniye.”