Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc 2023-01-04 14:40:47   STENBOL - Cîhan Kartal ê di doza GOÇÎZDER’ê de parastin kir, dazanîn ku tevî ne endamê komeleyê ye jî tê darizandin û bihayê barkêşiyê ku ji ber karê înşaetê daye û pereye ji xizmekî xwe re şandiye jî kirine mijara sûc.   Danişîna doza derbarê 23 endam û rêveberên Komeleya Koç û Çavdêriyê (GOÇÎZDER) ku hevserok Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de hene bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li dijî Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hate lidarxistin. Tevî endam û rêveberên komeleyê ku tên darizandin, Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul jî di nav de gelek parêzer û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî danişînê bûn.    Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de, serokê dadgehê têkildarî daxwaza parêzeran a reda dadger ya danişîna beriya niha, diyar kir ku ji aliyê dadgeha jortir ve hatiye redkirin.    PEREYÊ BARKÊŞIYÊ HÊMANA SÛC E   Pişt re parêzerê Cîhan Kartal ê mafê axaftinê girt, Emrah Baran, diyar kir ku muwekîlê wî beriya du rojan emeliyateke giran derbas kiriye û ji ber vê yekê xwest ewilî parastina wî bê girtin û bişînin girtîgehê. Şandeya dadgehê ku biryareke navberê da, daxwaza Baran qebûl kir. Pişt re Kartal ê mafê axaftinê girt, da zanîn ku di sala 1992’yan de koçî Stenbolê kirine. Kartal ê qala sedemê koçkirina xwe kir, anî ziman ku endamê HDP’ê û MATUHAYDER’ê ye. Kartal ê ku sûcdariyên di îdîanameya der barê wî de weke 'êrîşeke cidî' nirxand, anî ziman ku ji ber karên înşaetê yên lê dixebitin telefon û bexşên ku wî kirine, mijara sûcdariyan e. Kartal diyar kir, pereyê ku H.K. ji ber karê înşaetê jê re şandiye ji girtiyên re tê şandin û li ser vê rewşê ew tê sûcdarkirin û got: “Pereyê barkêşiyê ku min da, weke sûc hate pêşkêşkirin. Her wiha 250 lîreyê ku dema birayê hevserê min li leşkeriyê bû min şandibû jî di dosyayê de cih digire. Ev yên beriya 7-8 salan in.”   PEREYÊ JI GIRTI RE HATIYE ŞANDIN    Kartal, diyar kir ku her wiha ew bi 900 lîreyê ji Murat Gunturk ê ku di girtîgehê de bû û ji ber nexweşiya tumorê ya di serê wî de hatibû berdan re şandibû tê sûcdarkirin. Kartal, bi lêv kir ku piştî Gunturk hate berdan, pereyê jê re şandibû lê hatiye vegerandin û xwest malbata Gunturk ku şahidiniya vê rewşê kir were guhdarkirin. Kartal parve kir ku peyamên agahdarkirinê yên HDP’ê ji endam û rêveberên wê re şandine jî di îdîanameyê de cih digirin û peyamên agahdarkirinê yên di derbarê Denîz Poyraz a ku li Rêxistina HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin jî cih digirin û çalakî û xebatên têkildarî vê jî mijara sûcdariyan e. Kartal got “Îro jî çêbibe ez ê bi heman awayî li hemberî wê bisekinim.”   ‘EZ NE ENDAMÊ GOÇÎZDER’Ê ME’   Kartal, anî ziman ku daxuyaniyên têkildarî pirsgirêkên girtîgehan li ser navê komeleya endamê wê dane jî kirine mijara sûc û îşaret bi azadiya raman û îfadeyê kir. Kartal, bi lêv kir ku ew ne endamê GOÇÎZDER’ê ye lê ji ber vê yekê tê darizandin. Kartal, da zanîn ku beriya 20 rojan emeliyat bûye, pişt re nehatiye pansûmankirin jî û mafê wî yê tenduristiyê bi awayekî sîstematîk hatiye astengkirin. Kartal, got ku her wisa di serê wî de tumorek hatiye tespîtkirin û ji bo pêşî li tedawiya wî were vekirin xwest bê berdan. Kartal, piştî parastinê birin girtîgeha ku lê tê ragirtin.     ‘AKTÎVÎTE NIKARIN BIBIN MIJARA SÛCDARIYÊ’   Berkant Yilmaz ê parastina xwe kir, anî ziman ku parazvanê mafê mirovan e. Yilmaz, anî ziman ku di dema parêzvaniya mafan de GOÇÎZDER nas kiriye û xebatên wê bala wî kişandine û piştre jî di nav de cih girtiye û bi şewbê re pirsgirêkên wî yên aboriyê dest pê kirine û piştre bi komeleyê re hevdîtin kiriye û dest ji xebatan berdaye. Yilmaz, diyar kir ku di komên Whatsappê de parvekirina malbat, çalakî û aktîvîteyan kirine mijara sûcdariyan û anî ziman ku çalakî û aktîvîteyên weke maf di Destûra Bingehîn de cih digirin, nikarin bikin mijara sûcdariyan. Yilmaz sûcdarî qebûl nekirin û xwest were berdan.    ‘PARAZVANÊ MAF IM’   Bîlal Yildiz jî anî ziman ku di lijneya rêveberiya TÎHV’ê de cih digire û têkiliya wî bi gelek sazî û dezgehan re heye. Yildiz, anî ziman ku bi ser mala wî de hatibû girtin û bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û got: “Tenê ji ber parazvanê mafên mirovan im têm darizandin. Em ji bo careke din agir nekeve mala kesekî parazvaniya mafên mirovan dikin. Hemû hewldana me ji bo mekanîzmaya edaletê bê xebitandin û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibine.”   SÛCDARIYA NEWROZÊ    Yildiz, anî ziman ku Pisporê Xizmetên Civakî jî ye û ji ber karê xwe kiriye tê sûcdarkirin. Yildiz, da zanîn ku tevlibûna wî ya Newrozê jî kirine mijara sûc û ji bilî vê hevdîtina wî ya li Wanê têkildarî penaberan bi parêzerekê re jî di îdianameyê de cih girtî ye. Yildiz, anî ziman ku pereyê ji xwişk û bira û hevala xwe re şandine di îdianameyê de kirine mijara sûc û bi lêv kir ku tedawiya nexweşên wan jî di nivî de maye. Yildiz xwest were berdan.    Piştî beyanên Yildiz navber dan danişînê.