HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir 2023-01-04 16:36:17 RIHA - Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan ê ji bo piştevaniyê serdana Malbata Şenyaşar kir wiha got: “Ev lêgerîna edaletê ya li ber edliyeyê wêneyekî mezin ê welat e. Em ê bibin dengê wan.”   Sendîkaya Kedkarên Poste û Ragihandin Weşan û Çapemeniyê (HABER-SEN) serdana Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne kir. Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan ê di serdanê de axivî, wiha got: “Ev lêgerîna edaletê ya li ber edliyeyê wêneyekî mezin ê welat e. Me ji roja ewil gotibû em piştevaniya dayika xwe dikin û bi Malbata Şenyaşar re ne. Mixabin 667 roj in tu gav nehatin avêtin. Berovajiyê wê kedkarên çapemeniyê ku dengê wan ragihandin cîhanê girtin. Ev yek esas qûtkirina dengê Malbata Şenyaşar e. Di hemû platformên netewî û navnetewî de em ê têkoşîna malbata Şenyaşar ragihînin. Em ê bibin dengê wan. Ji ber ku têkoşîna li vir tê birêvebirin ne tenê mexsûsî Rihayê ye. Tabloya rastî ya Tirkiyeyê ye.”   ‘KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ BERDIN’   Balcan, da zanîn ku weke HABER-SEN  di heman demê de têkoşîna demokrasi û aştiyê didin û ev tişt gotin: “Em ê di têkoşîna aştî û demokrasiyê de her tim li vir bin. Em ê bibin dengê vir. Dixwazin hevalên me yên kedkarên çapemeniya azad Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî yên dengê vê derê ji raya giştî re ragihandin demildest bên berdan.    Ferît Şenyaşar, anî ziman ku heta daxwazên wan bên pêşwazîkirin wê Nobeta xwe ya Edaletê bidomînin.