ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-05 09:00:00         * Resûl Bîrkan,  birayê girtî Yusuf Bîrkan diyar kir gurcikeke birayê wî tune ye û birayê wî jî di nav de girtiyan li dijî zext û zordestiya li ser xwe li Girtîgeha Afyonê dest bi greva birçîbûnê kirine.    * Ji Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku serlêdanên wan ên bo tevlibûna dozên jinan her carê tên redkirin û wiha got: “Di van dozan de ji ber ku lêkolînên bibandor û lihevkirinên bibandor nayên kirin, gelek dosya tên girtin."   * Dadgehê ku biryara xwe ya dawiyê ya der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de eşkere kir, destnîşan kir ku beşdariya li civînên KCD'ê bi tena serê xwe nabe sûc.    * Projeya "Qada Bajêr" ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê wekî "Projeya Megayî" ragihandibû, piştî îtirazên esnafên mexdûr hat sekinandin. Ji dêvla revîzekirina projeyê, li qadê tenê tuwaletên portatîf hatin bicihkirin.    * Li Cizîrê xebatên ku par ji bo "Baxçeyê Gel" hatibûn destpêkirin, ji ber ku pereyê şîrketê nehatine dayîn hatin sekinandin.    * Li Wanê di xwepêşandanê polîsan li Firat Koçê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xistibûn. Lê bi îdiaya "nehiştiye polîs karê xwe bikin" der barê Koç de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de kursiya ku Koç avêtiye jî wekî çekê hatiye hesibandin.    * Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî û Çandê ya Nûrheqê û Gundên Wê Zeynel Gul, diyar kir ku li Nûrheqê qada ku ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qadên jiyanê yên mirovan berfirehtir e û got: "Her diçe qadên me yên jiyanê tên tunekirin."    *  Huseyîn Avras, birayê Mehmet Sabrî Arvas ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatibû veşartin, ji bo hesasiyeta di vî warî de bang li tevahiya parêzvanên mafên mirovan kir.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 668’emîn de berdewam bike.    * Danîşan doza GOÇÎZDER’ê dê li eywana dadgehê ya li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê berdewam bike. (10.00)   * Ji bo cenazeyên hunermend Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin dê merasîmên girseyî bên lidarxistin. Cenazeyê Perwer li bajaroka Ewran a Mûşê, cenazeyê Kizil jî dê li navçeya Qaxizmanê ya Qersê bên veşartin. (10.40- 14.30)   * TJA, ji bo balê bikişîne ser komkujiyên jinan wê li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin dê li navçeya Silopiyayê bên bibîranîn. (13.00)   * Platforma Jinan a Dêrsimê, têkildarî Gulistan Dokû ya winda dê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.30)