Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e 2023-01-05 09:03:02   AMED - Dadgehê ku biryara xwe ya dawiyê ya der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de eşkere kir, destnîşan kir ku beşdariya li civînên KCD'ê bi tena serê xwe nabe sûc.    Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, ji ber ku tev li civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûbû û di civînan axivîbû, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ji ber vê 6 sal û 3 meh ceza li Aktar birîbû. Lê Ddageha Edliye ya Herêmê ya Amedê bi hinceta kêmvekolandinê biryara dadgehê xera kiribû. Di darizandina jinûve de, dadgeh vê carê dest ji biryara xwe ya berê berda û biryara beraetê da. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê di biryara xwe ya dawî ya der barê Aktar de, destnîşan kir ku wekî nûnerê rêxistina civaka sivîl beşdariya li civînên KCD'ê bi tena serê xwe nabin delîl ji bo sûc.