Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma 2023-01-05 09:03:40   ŞIRNEX - Li Cizîrê xebatên ku par ji bo "Baxçeyê Gel" hatibûn destpêkirin, ji ber ku pereyê şîrketê nehatine dayîn hatin sekinandin.    Li Cizîra Şirnexê, qeyûman di 6 salan de 3 caran projeya pirê dan ber îhaleyê û 2 caran jî ew revîze kirin. Di dawiya sala 2021'ê de jî projeya "Baxçeyê Gel" jî li vê hat zêdekirin. Qeyûm karê çêkirina "Baxçeyê Gel" jî da şîrketa Peker ku projeya pirê bi rê ve dibir. Qeyûm projeya "Baxçeyê Gel" bê îhale daye heman şîrketê. Lê ji ber ku pereyê şîrketê nehatiye dayîn çêkirina projeyê hat sekinandin.    Nazli Demîr ku di 12'ê tebaxê de tayinî şûna qeyûm Mehmet Tûnç hat kirin, ferman da ku "Baxçeyê Gel" jî li projeya pirê bê zêdekirin. Tevî "Baxçeyê Gel" maliyeta projeyê ji 57 milyonan bû 104 milyon û 50 hezar û 553 TL.    Cihê baxçe li taxa Konakê li kêleka pirê ye. Di sala 2022'yan de kar û barên çêkirina wê hatin lezandin. Lê belê qeyûm heqê şîrketê neda. Ji ber vê jî şîrketê çêkirina Baxçeyê Gel da sekinandin.    Nehat hînkirin ku dê kengî pereyê şîrketê bê dayîn û xebatên ji bo Baxçeyê Gel ji cihê mayî bidomin.