Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin! 2023-01-05 09:04:39   WAN - Li Wanê di xwepêşandanê polîsan li Firat Koç ê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xistibûn. Lê bi îdiaya "nehiştiye polîs karê xwe bikin" der barê Koç de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de kursiya ku Koç avêtiye jî wekî çekê hatiye hesibandin.    Di 21'ê tebaxa 2019'an de li Wanê tayinkirina qeyûman hatibû protestokirin. Di protestoyan de polîsan li Firat Koç ê nexweşîna şîzofreniyê pê re xistibûn. Piştî bûyerê der barê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bûbû. Piştî biryara neşopandinê polîsan giliyê Firat Koç kiribû û der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîna der barê Koç de temam kir û bi îdiaya "nehiştiye polîs karê xw ebikin" der barê wî de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 6'an a Wanê ve hat qebûlkirin.   Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku Koç di destê wî de kursî li serê kuçeyê sekiniye û paşê kursiya di dest xwe de avêtiye polîsan. Di îdianameyê de kursî wekî çekê hatiye hesibandin.    Danişîna ewil a dozê dê di 26'ê çileyê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 6'an a Wanê bê lidarxistin.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Di 21'ê Tebaxa 2019'an de, di dema protestokirina qeyûman de, li Wanê polîs ketibûn hundirê qehwexaneyekê û li vir bi cop û pehînan li Firat Koç xistibûn û ew binçav kiribûn. Koç, piştî 5 rojên di binçavan de bi biryara "qedexeya derketina derveyî welêt" hatibû berdan. Baroya Wanê û parêzer giliyê polîsên ku li Koç xistibûn kiribûn. Her wiha Parlementerê Stenbolê Mûstafa Yeneroglû jî giliyê polîsan kiribû. Bi destûra Walîtiya Wanê lêpirsîn hatibû destpêkirin û paşê bi neşopandinê bi dawî bûbû.    Koç di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de gotibû: "Tu mudaxileyeke me ya fîzîkî li polîsan çênebû. Polîs gava li kolanê dibeziyan, ji nişka ve xwe avêtin ser min. Di wê kêliyê de min jî kursiya li erdê bilind kir û avêt polîsan. Lê ji ber kelecan û rageşiya wê kêliyê min nizanibû ku min kursî avêtiye polîs. Min bi qesdî wisa nekir. Paşê polîsan ji paş de gotin 'wî zevt bikin.' Gava wisa gotin ez jît irsiyam û reviyam û li kuçeyê ketim hundirê qehwexaneyekê. Kesên li dû min jî ketin qehwexaneyê. Nayê bîra min bê çend kes bûn, lê ji yekî zêdetir bû. Bi pehîn û copan li her derê min xistin. Bi taybetî jî bi kaskê li serê min xistin. Wê kêliyê min ji wan re got, 'wisa nekin, pirsgirêkên min ên psîkyatriyê hene.' Lê guh li min nekirin. Gava li min xistin, ji êşa min xwe avêt derve. Li ber qehwexaneyê jî heman tişt anîn serê min. Li derve destên min ji paş de kelemçe kirin."    MA / Cengîz Ozbasar