Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir 2023-01-05 09:04:51 STENBOL - Huseyîn Avras, birayê Mehmet Sabrî Arvas ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatibû veşartin, ji bo hesasiyeta di vî warî de bang li tevahiya parêzvanên mafên mirovan kir.    Di 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyên karî hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê jê hatibû derxistin. Dewletê bêyî ku haya malbatan jê çêbibe cenaze biribûn cihekî nediyar. Di 2'yê çileya 2018'an de Walîtiya Bedlîsê daxuyandibû ku cenaze li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ne. Cenaze demekê li ATK'ê hatibûn sekinandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin. Heya niha tenê 23 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Malbatên din jî li benda cenazeyên xwe ne. Ji kesên ku cenazeyên wan li Kîlyosê ne, yek jê jî Mehmet Sabrî Avras e ku di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest daye.    DI 1992'YAN DE HATIYE BINÇAVKIRIN   Huseyîn Arvas, birayê Mehmet Sabrî Arvas, diyar kir ku birayê wî di sala 1994'an de piştî ku dewlet avêtiye ser gundê wan û tahde li malbata wan kiriye tev li PKK'ê bûye. Avras da zanîn ku birayê wî berî ku tevlî PKK'ê bibe xwedî nasnameyeke apolîtîk bûye û got: "Di 17 saliya xwe de nexweşîna dil lê peyda bûbû. Ji ber vê di sala 1992'yan de ji bo tedawiyê çû Stenbolê û li wir li mala xizmekî me dima. Wê demê dewletê diavêt ser hin malan û avêtibûn ser wê mala ku birayê min lê dima jî. Birayê min qet tev li xebatên siyasî nebûbû, lê dîsa jî tevî yên li malê hat binçavkirin û wî birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê û li wir îşkenceyeke giran lê kirin."    GUNDÊ WAN HATIYE ŞEWITANDIN   Avras diyar kir ku piştî wê pêvajoyê birayê wî cardin hatiye gund û wê demê dewletê zêde tahde li gundê wan kiriye û leşkeran tim avêtiye ser gund û wiha pê de çû: "Di dawiya sala 1993'yan de bi hezaran leşker avêtin ser gund. Li mala hemû gundiyan geriyan. Ez jî wê çaxê 14 salî bûm. Li malan geriyan lê kêrikek jî nedîtin. Leşkeran hin fîşekên lavê danîbûn mala bavê min. Ji ber vê apê min ê 70 salî û bavê min jî di nav de tevahiya malbatê hat binçavkirin. Û piştî 4 mehên di girtîgehê de kifş bû ku ev muhîmat ne yên wan in û hemûyan berdan."    Avras destnîşan kir ku divê tevlîbûna nava PKK'ê bi vî awayî bê nirxandin û di sala 1994'an de bi darê zorê gundê wan hatiye valakirin û hemû xaniyên gund hatine şewitandin.    ‘EV ME SAX NAHÊLIN'   Avras bilêv kir ku çendî wê demê birayê wî ne kesekî polîtîk bûye jî bi van zext û îşkenceyên giran re rû bi rû maye û got: "Birayê min piştî van zextan got, 'ev êdî nahêlin em wisa bijîn' û bi wî halê xwe yê nexweş berê xwe da çiyê." Avras da zanîn ku birayê wî di sala 1994'an de tevlî nava PKK'ê bûye û piştî tevlî bûye bi salekê, di sala 1995'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye.    ‘EM BI GORA WÎ KÊFXWEŞ BÛN'   Avras anî ziman ku piştî ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye pir hewl dane ku cihê gora wî hîn bibin, lê kirine nekirine hîn ebûne û got ku di 2013-2015'an de, di dema "pêvajoya çareseriyê" de cenazeyên HPG'iyên ku di gorên giştî de hatine dîtin li Goristana Xerzanê hatine veşartin û got: "Wekî her malbatê hêviyek li me jî peyda bû. Me got, belkî cenazeyê birayê min jî li wir be. Piştî em pê hesiyan li wir e, em kêfxweş bûn ku êdî gorekî birayê min jî heye."    Avras got ku lê gava di sala 2017'an de goristan hatiye xerakirin xeyalşikestî bûne. Avras ji bo wê demê ev tişt anî ziman: "Bi dozer û kemçeyan goran xera kirin. Cenazeyên li goristanê hema wisa rastgele xistin kîsan û em pê hesiyan ku ew şandine ATK'a Stenbolê. Çendî ji bo wir destûra ruxsetê hatibû dayîn jî, lê cenaze bi awayekî korsanî hatine derxistin. Em malbat pir pê êşiyan. Ev bi tu hiqûqê nayê ravekirin. Lewma me serî li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da."    ‘CENAZE DI BINÎ PEYARÊYÊ DE BÛN'   Avras bibîr xist ku ji çapemeniyê pê hesiyane ku cenaze birine Goristana Kîlyosê û got ku piştî ku malbat ji bo wergirtina cenazeyan çûn derket holê ku cenaze di cihekî dijî mirovahiyê de ne. Avras wiha axivî: "Cenaze li Kîlyosê, di cihekî birûtûbet de, li cihê loxeran tên sekinandin. Yanî me dît ku li wir cenaze nexistine gorekê jî. Ev eziyeteke gelekî mezin e. Gava em empatiyê bikin, ger li wir cenazeyê leşkerekî jî hebûna dê qiyametê rakirina. Armanca me, em bigihên cenazeyên xwe."    Arvas di dawiyê de wiha got: "Li herêmê zarokên kê, xizmên kê jiyana xwe ji dest dabin bila serî li ÎHD'ê bidin. Her wiha divê siyasetmedar tişta dikeve ser milê wan divê bikin, divê vê yekê têxin rojeva meclîsê. Her wiha parêzvanên mafên mirovan jî divê di vî warî de hesas bin."