Tifaqa Ked û Azadiyê civiya 2023-01-05 12:29:51   STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo stratejiya hilbijartinê diyar bike, civiya.    Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, li Hill Hotel a li Taksîma Stenbolê civiya. Di civîna ku serok û hevserokên partî û rêxistinên di nava tifaqê de amade bûn de, hat hînbûn ku wê rojevên hilbijartinê, berfirehkirina tifaqê û mîtînga ku wê 15 'ê Çileyê li Stenbolê bê lidarxistin, bên nîqaşkirin.    Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî ye de tê diyarkirin ku dê profîla namzetê serokkomariyê jî bê nîqaşkirin.