Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn 2023-01-05 12:52:40   ÎZMÎR - Kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ji ber ku gotinên gef û heqaret ji serokê dadgehê re kiriye, 3 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn.    Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê di 17’ê hezîrana 2021’an de Onûr Gencer êrişa çekdarî lê pêk anîbû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Doza derbarê Gencer de ku di danişînê de gotinên bigef û heqaret li dadger kiriye, hatibû vekirin bi encam bû. Kujer Gencer di danişîna doza Denîz Poyraz a di 29’ê nîsana 2022’yan de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hatibû lidarxistin, gef li serokê dadgehê Cevdet Ekîzoglû xwaribû û heqaret lê kiribû.    Kujer Gencer ji dadger re gotibû, “... Hinek din kûbar bi min re biaxive, nexwê wê teqawîdiya te bi rehetî neyê… Tu yê bi min re xweşik biaxivî. Birêz serok Cevdet min aciz neke… Efendî be Cevdet.” Li ser van gotinan dadgehê doza “gef û heqaret li wezîfedarê cemaeriyê xwariye û kiriye” vekiribû. Danişîna ewila a vê dozê di 22’yê kanûna 2022’yan de hat lidarxistin.    Gencer bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û di danişînê de gotiye ku ew ji ber gotinên xwe ne poşman e.    Dozger mutalaya xwe eşkere kir û xwest ji ber sûcdariya navborî Gencer bê cezakirin.    Dadger piştre biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “heqaret û gefa li dijî wezîfedarê cemaweriyê” 3 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujer Gencer birî.