Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin 2023-01-05 13:04:06   QERS - Welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil ê li Parîsê hatibû qetilkirin, li navçeya xwe Qaxizmanê bi merasîmê hat veşartin. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz bang li Fransayê kir ku hêzên li pişt êrişê eşkere bike.    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin.    Ji cangoriyan Abdurrahman Kizil li navçeya Qaxizmanê ya Qersê bi merasîmekê hat veşartin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, malbata Kizil û bi sedan kes cenaze ji Balafirgeha Harakanî ya Qersê pêşwazî kirin.     QEYÛM AMBULANS NEDA   Şaredariya Qersê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye, wesayîta neqilkirina cenaze neda malbatê. Li ser vê yekê ambulansa Şaredariya Panosê ya di bin rêveberiya HDP’ê de anîn balafirgehê. Lê belê polîsan bi hêceta ewraqên fermî, destûr nedan ku cenaze bi ambulansê bê veguhestin. Cenazeyê Kizil bi kamyonetekê ji balafirgehê hat derxistin. Cenaze bi karwanê wesayîtan ber bi gundê Qeregunî yê Qaxizmanê ve derket rê.    Karwanê cenaze ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Leşker û polîsan tevahiya derûdora gund dorpêç kiribû. Nehiştin beşek karwanê wesayîtan bikeve gund. Tevî hemû astengiyan jî cenaze gihîşt gund û piştî nimêja cenaze hat kirin, li goristana gund hat veşartin. Polîs li ser goristanê rojnamevanan asteng kirin ku dîmen û wêneyan bigirin.    ‘DIVÊ FRANSA HÊZÊN LI PIŞT ÊRIŞÊ EŞEKRE BIKE'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di merasîma cenazeyê Kizil de axivî û bi bîr xist ku Abdurrahman Kizil bi salan li sirgûniyê ma û wiha got: "Kurd an tên girtin an jî tên qetilkirin an jî t3en sirgûnkirin. Dema kurd tên qetilkirin nahêlin ku li gorî bîr û baweriya wan wecîbeyên olî jî ji bo cenaze bê kirin. Destûr nedan ku em li gorî qaydeyên îslamî cenazeyê xwe veşêrin. Bila her kes baş bizanibe Abdurrahman Kizil şehîdê gelê kurd e. Em li ser rêç û şopa têkoşîna wî bimeşin. Tevî vê zilma hov jî wê gelê kurd paşve gavan neavêje. Divê hikûmeta Fransayê tavilê kujeran derxe holê. Heke kujeran dernexe holê, hikûmeta Fransayê bi xwe ji qetlîamê berpirsiyar e. Pêwîste hikûmet hêzên li pişt qetlîamê jî derxe holê û eşkere bike. Divê êrişê wek êrişek terorî pênase bikin."    Piştî axaftina Aydenîz, girseyê dirûşma "Şehîd namirin" berz kir. Girse ji gund veqetiya û hat navenda navçeyê ji malbata Kizil re sersaxiyê xwest.