Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da 2023-01-05 13:52:24   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan a li navçeya Nisêbînê diyar kir ku dê lêpirsîna hatiye destpêkirin bişopînin.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan ji ber ku zarokek û ciwanek cil û bergên kurdî li xwe kiribûn, bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn. Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan a li her du welatiyan kiribû li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da. Baro diyar kir ku Komîsyona Mafên Mirovan û Mafên Zarokan têkildarî bûyerê gilî kiriye. Baroyê da zanîn ku ew ê li ber îşkenceyê û muameleya xerab rabin û têbikoşin û dê lêpirsîna hatiye destpêkirin ji nêz ve bişopînin.