Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan 2023-01-05 14:59:04   STENBOL - Di danişîna duduyan a doza GOÇÎZDER'ê heyeta dadgehê der barê 13 kesan de biryara berdana bi şertê kontrolkirina edlî da.    Danişîna duyemîn a doza endam û rêveberên Komeleya Koçberî û Şopandinê (GOÇÎZDER) di roja duyemîn de didome. Hevserokên komeleyê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de 23 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin. Danişîn li 26’emîn Dageha Cezayê Giran a Stenbolê ku veguhestin Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê tê lidarxistin. 13 kesên girtî tên darizandin û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên sivîl û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Makbûle Altintaş di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku tiştek sûc be wan nekiriye û ji tiştên ne tişt sûc hatiye hilberandin.    Mehmet Bogatekîn jî sûcdariyên derbarê xwe de red kir û xwest bê berdan.    Ramazan Kirkpinar jî parastina xwe bi kurdî kir û da zanîn ku ji ber werger nebaş hatiye kirin axaftinê wî ji rastiya hatiye dûrxistin.    Zelal Goşkûn a girtî jî anî ziman ku ji bo wê alîkariya civakî kiriye ew serbilind e û wê demek di xebatên komeleyê de cih girtiye û piştre veqetiyaye.    Piştî beyanên ên girtî qediya, yên negirtî tên darizandin axivîn.    ‘TU DELÎLEK ŞÊNBER TUNE YE’    Ji parêzerên dozê Serhat Çakmak diyar kir ku di dosyeya dozê de agahiyên wek “delîl” hatine berhevkirin li dijî hiqûqê ne û tu delîlek tune ku bê nîşandan ku hîbeyên di çarçoveya projeyê de hatine girtin ji PKK’ê re hatine şandin. Çakmak da zanîn ku bi awayek bêhiqûqî delîl hatine çêkirin û tu delîlek şênber nîne.    Piştî axaftinan heyeta dadgehê saetek navber da danişînê.    Piştî navberê serokê dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welêt a derbarê kesên bi awayekî negirtî tên darizandin bidome û parastina 3 kesan jî taloqî danişîna bê kir. Hat diyarkirin ku dê daxwazên parêzeran ên ji bo şahidan jî piştî hemû parastinan bên nirxandin.   HEMÛ HATIN BERDAN   Dadgehê der barê 13 kesan de ku bi awayekî girtî tên darizandin jî biryara berdana bi şertê kontrolkirina edlî da. Kesên li hêwanê jî bi çepikan bersiva vê biryarê dan. Danişîna bê taloqî 4-5'ê Gulanê hat kirin.