Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro 2023-01-05 14:59:37   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin, bi rêya şîrketan herî kêm 700 kes di bin navê “kirîna xizmetê” wergirtibûn kar. Bi vesazkirina qanûnê ya beriya hilbijartinê re ji bo kadroyan bide van kesan xistin statûya “Xebatkarên peymandanî.”    Ji bo ku 500 hezar personelên peyman pê re hatiye danîn û di qada cemaweriyê de dixebitin bibin kadro, xebata vesazkirina qanûnî hatibû kirin. Piştre jî Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî têkildarî mijarê metneke ji 12 xalan pêk dihat ji koma AKP’ê re şand. Li Meclisê bi serokatiya Serokwekîlê Koma AKP’ê Mûstafa Elîtaş û bi tevlibûna burokratên wezaretê, amadekariyên pêşnûmeqanûnê dest pê kirin. Bi gavên vesazkirina qanûnî re hemwext, şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin jî lez dan gavên “kadrokirinê.” Qeyûmên ku li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine tayînkirin, di nava 10 rojên dawî de gelek kes bi awayekî derûsûlî hilgirtin kar. Di serî de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li şaredariyên navçeyên Peyas, Yenîşehîr û Sûrê jî bi sedan kes li ser şîrketan di bin navê “kirîna xizmetê” de hilgirtin kar û niha jî têxin nava statûya “personelên pê re peyman hatiye danîn.”    YÊN KU TÊN ZANÎN 700 KES IN   Ji bo ku xebatkarên peyman pê re danîn bike kadro, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lez da xebatên xwe û di vê çarçoveyê de 389 kes, Şaredariya Peyasê 200 kes, Şaredariya Sûrê 65 kes, Şaredariya Yenîşehîrê jî 45 kes tev li kadroya personelên peyman pê re hatiye îmzekirin kir.