‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’ 2023-01-06 09:01:36   ŞIRNEX - Dayika endamê HPG'ê Mesut Eren ê ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da axivî û nerazîbûn nîşanî kîmyasalê da û got: “Ne wîjdana wan heye ne jî îmana wan heye. Gelo zilma ji vê mezintir heye?"    Êrişên ku Tirkiyeyê di 17'ê Nisana 2022'an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser başûrê Kurdistanê ve hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Li gorî rapora ku Navenda Ragihandina HPG’ê; artêşa tirk di êrişên îsal de 3 hezar û 280 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî raporê di mehên tebax, îlon û cotmehê de 17 endamên HPG’ê û di dîrokên cuda de jî 27 endamên HPG’ê û YJA-Starê di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî de jiyana xwe ji dest dane.  Di daxuyaniya ku 27'ê kanûnê hat belavkirin de jî 11 endamên HPG’ê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Yek ji van jî Mesut Eren (Ferman Kerîm) ê ku di 5'ê mijdarê de li herêma Zapê jiyana xwe ji dest daye. Dayika Eren Taybet Eren tekildarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.    Taybet Eren   'BILA BI ÇEKA XWE BIÇÛNA ŞER BIKIRINA'   Eren bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Êdî ji vê zilmê re bes e. Min kurê xwe gelek bi delalî mezin kir. Ev dermanê jehrî avêtine. Heq û hiqûqê bi van re nîne. Bi kîmyasalê zarokên me hemû kuştin. Bila bi çekên xwe biçûna, çima kîmyasal avêtine û jehrî kirin? Bila bi çeka xwe biçûna şer bikirana. Çima çekên kîmyewî bikar tînin? Gelo zilma ji vê mezintir heye? Ev ne tişteke wijdanî ye, ev bêîmanî ye. Bi wan re wîjdan tune ye. Heke ez dijminê we bim, ez ê werim şerê we bikim. Kî xwedî hêz be ew ê bi ser bikeve. Lê mirov wisa şer nake. Mirov vê xiyanetê nake. Dijminê mirov jî be mirov wisa nake. Bi vî dermanî zarokên xelkê hemû di xew de, di şikeftan de kuştin. Çi heqê wan heye ku wiha dikin? Ev zilm li me hemûyan hatiye kirin.”    'HER KESÎ ÇAVÊ XWE GIRTIYE’   Eren bal kişand ser hevkariya îktidara Barzaniyan û diyar kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî her kesî xwe bêdeng kir û wiha axivî: "Her kesî xwe di mala xwe de bêdeng kiriye. Kesek ranabe. Zarokên me qelandin. Kezaba me dişewite. Lê ne Ewropa û ne jî hêzên navnetewî yek kes li ser vê mijarê naaxive. Her kesî çavê xwe girtin heta ku ev zaroke jehrî kirin. Gelo dewletên dinyayê vê yekê nabînin? Her kesî dit ku çekên kîmyewî bikar tînin. Lê her kesî çavê xwe girt. Barzanî ji kurd e, hevalê me bû. Lê xiyanet li me kir. Heger ku wî rê nedaba dewleta tirk nediçû wê derê. Tu dewletan dest neda destê kurdan. Divê ku gelê kurd hemû rabin û bibin yek. Kezeba me dişewite. Em dixwazin ku ev şer bisekine û em hemû bi hev re bibin tifaq. Em naxwazin ne gerîla û ne jî leşker bên kuştin. Em naxwazin ku moriyek jî bê kuştin. Kurê min çû lê yên mayî bila neyên kuştin. Dinya alem dibêje bes e, lê tirk nesekinîn. Êdî bes e bila kîmyasalê bikar neyînin.”