Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne 2023-01-06 09:59:50   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê biryar da ku lêçûyînên mobîlya û mêvanên qeymeqamtiyê ji budçeya şaredariyê bê veqetandin.    Talan û rûxandinên qeymeqamên wek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîra Şirnexê hatin kirin, zêdetir dibe. Ev qeyûm ango qeymeqam şaredariyê dixin bin deynan û mal û milkê şaredariyê mîna ku yê wan be tevdigerin û dewrî miftîtiyê, midûriyeta perwerdehiyê û qeymeqamiyê dikin an jî di bin fiyeta kêmtir de difiroşin. Qeyûm lêçûyînên saziyên fermî yên dewletê jî ji budçeya şaredariyê didin.    LÊÇÛYÎNÊN QEYMEQAMIYÊ JI KÎSÎ ŞAREDARIYÊ NE    Nazli Demîr a qeymeqama navçeyê ku wek qeyûm hat tayînkirin ji 12’ê tebaxa 2022’yan ve li ser kar e û biryar daye ku heqê mesrefên avahiya qeymeqamiyê yên meha cotmehê ji budçeya şaredariyê bên dayîn. Biryar ji aliyê qeyûm Nazli Demîr û midûrên şaredariyê ve hatiye dayîn. Di biryarê de hatiye gotin ku lêçûyînên mobîlyayên û hewcedariyên qeymeqamiyê û her wiha mêvanên qeymeqamiyê ji budçeya şaredariyê bê veqetandin.