Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît 2023-01-06 10:21:30   AMED - Wezareta Dadê li ser mirina Rozerîn Çûkûr a ku di dema qedexeya derketina derve de hatibû kuştin nêrîna xwe ji AYM’ê re parve kir û îdia kir ku “ferman li gor hiqûqê” hatiye pêkanîn û “binpêkirina mafê jiyanê” tune ye.     Bi ser mirina Rozerîn Çûkûr a 17 salî ku di 8’ê çileya 2016’an de li navçeya Sûr a Amedê di dema qedexeya derketina derve de hatibû kuştin û cenazeyê wê piştî 5 mehan radestî malbatê kiribûn re 7 sal derbas bûn. Di lêpirsîna li ser kuştina Çûkûr de biryar hate dayîn ku “hewcehî bi peyketinê nîne” û serlêdanên li dadgehên bilindtir hatin kirin jî nehatin qebûlkirin.    Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku piştgiriya hiqûqî dide malbata Çûkûr, piştî redkirina serlêdanan di 18’ê mijdara 2020’an de bin hinceta “binpêkirina mafê jiyanê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Di serlêdana ku li ser navê dayik Fahriye û bav Mûstafa Çûkûr hate kirin de bal hate kişandin ku di dosyaya lêpirsînê de delîlên ku Rozerîn Çûkûr “endama rêxistina çekdarî ye” û “tev li çalakiya çekdarî bûye” tune ne. AYM’ya ku serlêdan qebûl kir, têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ji Wezareta Dadê nêrîn xwest.    HEVDÎTINA WEZARETÊ    Wezaretê di 12’ê kanûna 2022’yan de nêrîna xwe ji AYM’ê re parve kir û xwest serlêdan neyê qebûlkirin. Di nêrîna Wezaretê de pêvajoya di navbera salên 2013-2015'an de di bin navê "çareseriyê" de hatin meşandin û pêşketinên piştî wê rû dan, hatin vegotin. Wezaretê işaret bi êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2018'an a li Amedê û komkujiyên piştî wê kir û destnîşan kir ku ew dikarin ji Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê der barê pêvajoyê de agahiyan bigirin.     ‘FERMANA LI GORÎ HIQÛQÊ’   Wezaretê biryarên dadgehên herêmî yên di doza Çukurê de bi bîr xistin û îdia kir ku Çûkûr “endama rêxistinê ye.” Wezaretê îdia kir ku  “hêzên ewlehiyê ferman li gor hiqûqê” pêkanîne û “binpêkirina mafê jiyanê” tune ye.     Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê yên Şaxa ÎHD’a Amedê jî li dijî nêrînên Wezareta Dadê nêrînên xwe parve kirin.   MA / Eylem Akdag