Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin 2023-01-06 10:40:10   ÎZMÎR - Rojnamevan Fehîm Taştekîn diyar kir ku nêzîkatiyên aliyên hevdîtinên Tirkiye-Rûsya-Sûriye rasterast bi kurdan ve girêdayî ye û hekariya Esad a bi kurdan re wê di warê yekbûna axa Sûriyê û yekbûna siyasî û leşkerî de rêyek gelek bimantiq be.    Ji roja ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kiriye, di navbera Tirkiyeyê û Esad de şer hebû û li dijî hev radibûn. Ev demeke serokên îstîxbaratên Tirkiyeyê û Sûriyeyê hevdîtinan dikin. Tê gotin ku nêzîkatiyek di navbera her du welatan de çêbûye. Di 28’ê kanûna 2022’yan de li Moskovaya Rûsyayê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmud Abbas hatin gel hev û civînek li dar xistin. Bi vê hevdîtinê re hat axaftin ku di navbera her du welatan de (Tirkiye û Sûriye) bazarî didomin û di demên pêş de Tayyîp Erdogan û Beşar Esad bên gel hev.    Ji ber hevdîtinana nerazîbûna xelkê li Sûriyeyê jî zêde bû. Bi taybetî li bajarên Sûriyeyê û bajarên rojavayê Kurdistanê li dijî hevdîtinan çalakî hatin lidarxistin. Li bajarên Idlib, Atarib, Dana, Taftanaz, Azez, Ahtarin, Marea, El Bab, Cerablus, Çobanbey, Efrîn, Girê Spî li dijî têkiliyên Tirkiyeyê û Sûriyeyê ku tê gotin dê “asayî” bibe xwepêşandan hatin lidarxistin.    DI HEDEFÊ DE KURD HENE    Rojnamevan-nivîskar Fehîm Taştekîn geşedanên dawî yên di navbera her sê welatan de ji ajansa me re nirxand. Taştekîn diyar kir ku nêzîkatiyên hemû aliyan ên di civînê de rasterast bi kurdan ve girêdayî ne û nexasim şert û mercên Tirkiyeyê hene. Taştekîn bal kişand ser şert û mercên Tirkiyeyê ku li dijî kurdan in û got: "Di vê pêvajoya ‘asayîbûnê’ de gelek hêviyên Tirkiyeyê hene. Lê belê ji bo operasyonên xwe yên leşkerî ber bi herêmên ku kurd lê hene, polîtîkaya xwe bi rê ve bibe israra xwe didomîne. 'Herêma Ewle' ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dema ku bikeve pêvajoya ‘asayîbûnê’  dê parastina wê bidome. Niha heke bi Sûriyeyê re lihevkirinek çêbike, bi mekanîzmayeke din dixwaze vê armancê ava bike. Armanca vê jî hilweşandina xweseriya defakto ye û hebûna PYD/YPG’ê ya li vê herêmê biqedîne ye. Em nizanin ka dê ev formul çiqasî pêk were."   KURD WÊ RÊ Û DIRBBÊ DIYAR BIKIN    Taştekîn destnîşan kir ku nêzîkatiya Sûriyeyê ne weke ya Tirkiyeyê ye û Tirkiye, kurdan weke rêxistineke ‘terorîst’ dibîne û nêzîkatiya Sûriyeyê jî ev e ku "Ew welatiyên min in." Taştekîn da zanîn ku li gorî daxuyaniyên aliyê tirk, israra kurdan li Şamê tu bersivê nabîne û got: "Di heman demê de fikra ku nêzîkatiyeke ku kurdan ber bi eniyeke dijber ve bikişîne, wê ji Rûsyayê re zirarê bîne û ji bo Amerîkayê bifeyde be jî heye. Ji ber vê yekê bi heman nêrînê li Tirkiyê nanêrin. Lê ev jî nayê wê wateyê ku kurd heta astekî mezin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Di şert û mercên niha de veguheztina pergala heyî ji bo siberojê zehmet e. Otonomî çiqasî dikare were parastin bi hêza zextê ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Gelo dê Tirkiye di vê pêvajoyê de nêzîkatiyek cuda nîşan bide? Em tam nizanin çi di hişê Erdogan de derbas dibe û çi difikire. Gelo ew dikare nermbûnekê li ser kurdan beriya hilbijartinan nîşan bide? Girêdana kurdan a li hundir jî rêgezî û rêya siyaseta Sûriyê diyar dike. Ji ber vê yekê, divê were dîtin ku gelo dê guhertinên din jî di nav de çêbibin.”    HEVKARIYA LI GEL KURDAN    Taştekîn bal kişand wê yekê ku dema Esed kurdan bike dijberê xwe dê ji wî re bibe pirsgirêk û artêşa Sûriyê westiyaye, bêhal e, windahiyan daye û ne di wê pozîsyonê de ye ku tevahiya herêmê kontrol bike. Taştekîn bal kişand ser wê yekê ku bijardeya pevçûnê dikare faktora DYA’yê bixe meriyetê û got: "Heta ku DYA li herêmê be, ji bo Sûriyeyê gelekî zehmet e ku van herêman ji aliyê leşkerî ve bigire. Lewma hevkariya bi kurdan re ji bo yekparçeyiya xaka Sûriyê, siyasî û leşkerî rêyek bimantiqî ye, heke Hêzên Sûriyeya Demokratîk tev li artêşa Sûriyê bibe yan jî statûyeke nîvxweser pêk were, ev tê wê wateyê ku hêza leşkerî ya artêşa Sûriyê dê zêde bibe, ev tiştekî baş e. Ji bo Sûriyê lê ji aliyê din ve dikarin wiha nirxandinan bikin; heta ku Tirkiye hebûna xwe li ser erdê Sûriyê bidomîne, zehmet e ku Sûriye yekparçeyiya axa xwe biparêze. Yanî guhertina polîtîkayên Tirkiyê ji bo Sûriyê gelekî jiyanî ye. Heke Tirkiye xemsariya xwe ya li ser kurdan bide aliyekî û bi Sûriyê re lihevkirinekê bixwaze, ev yek ji bo Sûriyê were tercîhkirin.”    GELO KURD AN TIRKIYE?    Taştekîn îşaretî ser girîngiya peymana bi Tirkiyeyê re hem ji bo Rûsyayê hem jî ji bo Sûriyeyê kir û wiha got: "Mijara din ew e ku di pêvajoya ji nû ve avakirinê de Tirkiye deriyên xwe veke yan na, ev ji bo Sûriyeyê girîng e. DYA vê asayîbûnê naxwaze. Lê ji bo Divê dewleta Sûriyeyê, Tirkiye deriyekî wiha veke. Dikare gelek tiştan biguhere. Sûriye niha ji aliyê aborî ve di rewşeke pir dijwar de ye. Kêmasiya petrolê pir mezin e. Ev şert û mercên ku Sûriyeyê neçar dikin bi normalîzebûnê re biguherin. Lê em nizanin wê Sûriye di nakokiya ‘Gelo kurd an Tirkiye?' de bimîne. Dema em li nîqaşên li Sûriyeyê yên niha dinêrin, di esasê xwe de çend pirs hene, gelo bi rastî Erdogan li ser soza xwe dimîne, hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê dê bi dawî bibe, dê piştgirî ji komên çekdar re were qutkirin, gelo dê kanalek were qutkirin. Ji bo ku Sûriye di warê aborî de sivik bike hatiye vekirin? Ev pirs li benda bersivê ne. Heke bersivê bibînin, dikarin li hev bikin."   HELWESTA AMERÎKAYÊ    Taştekîn bal kişand ser berteka Amerîkayê ya li dijî hevdîtinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke Amerîka ji Tirkiyeyê re bibêje 'Em piştgiriyê nadin vê normalîzebûnê. Heke hûn gaveke ku qanûna ambargoyê bişikînin, wê berdêla xwehebe’. Pêvajoya ku Amerîka dixwaze hêzên Sûriyeya Demokratîk, Tirkiye biparêze, polîtîkaya dij kurdan a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi Şam û Rûsyayê re tê meşandin dê têk here. Ji ber vê yekê jî di vir de DYA faktoreke girîng e û dê bi DYA re jî bicivin. Ez difikirim ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû di 18’ê çileyê de dê biçe Amerîkayê û bazariyan bike.”    MA / Tolga Guney