Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin 2023-01-06 12:29:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê hate kirin. Ava gerim jî nadin Sariyê hefteyekê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.   Vahyettîn Sari di sala 1997’an de li Wanê hate girtin û cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hate birîn û 25 sal in girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê hate kirin. Sariyê di 31’ê kanûnê de bêyî ku malbata wî were agahdarkirin bi lez û bez hate sewqkirin, ji roja birine Sîncanê ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Malbatê, da zanîn ku roja duşemê bi agahdarkirina hevalên wî yên girtîgehê hînbûne ku hatiye sewqkirin lê tu agahî bidestnexistine bê ka ew birine kû derê. Malbatê diyar kir ku piştî 5 rojan Sari di 5’ê çileyê de li wan geriyaye û bi vî awayî hînbûne ku sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê bûye. Sari, ragihandiye ku ji roja ji Panosê sewq bûyî ve bi tu awayî ava gerim nedane wî û li hucreya yek kesî tê ragirtin.    25 SAL IN GIRTÎ YE   Vahyettîn Sari yê di sala 1997’an de li Wanê hate girtin û cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, 25 sal in girtî ye. Piştî Wanê bi dorê li Girtîgehên Mûş, Sêrt û Girtîgeha Hejmara 2’yan a Şakrana Îzmîrê maye. Malbata ku li Wanê dijî piştî serlêdanên bi israr ên li Wezareta Dadê kirin bi heqê rê yê dan Vahyettîn Sari di sala 2018’an de ji Şakranê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatibûn kirin. Bi vî awayî malbatê dikarî her hefte zarokên xwe bibîne. Malbat li bendê bû ku ji ber cezayê wî kêm maye ji Wanê re were şandin lê Vahyettîn Sari sirgûnî Sîncana 1200 kîlometreyan dûr hate kirin.