Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e 2023-01-07 09:29:35   AMED - Gelê Amedê bertek nîşanî biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP'ê dan û gotin: “Ew çi dikin bila bikin nikarin bi bloqeyan vîna gel bişikînin. Em dê di nav xwe de pereyan kom bikin. Em ne muhtacî pereyên wan in. HDP em in, HDP gel e.”   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di 5’ê çileyê de biryar da ku hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi demkî were bloqekirin. Piştî biryarê ji gelek aliyan ve bertek hatin nişandan û ew biryar weke li dijî hiqûqê hat penasekirin. Tekildarî mijarê me jî mîkrofona xwe dirêjî gelê Amedê kir.    Welatiyê bi navê Omer, bi lêv kir ku ew reya xwe dide HDP'ê û wiha bertek nîşanî bloqekirina alîkariya xizîne ya HDP'ê da: “Me gelek bloqe û zext dîtin em ecepmayî namînin. Heza herî xurt HDP ye, ji ber wê êriş dikin. Çend sal in em di nav şer de ne emrê me bi şer re derbas bû. Li dijî me kurdan her tim şer heye. Ew partiyên muxalîf jî heke li dijî van êrişan deng dernexin ew jî dê têk biçin.”   ‘HDP GEL E’   Welatiyê bi navê Nîmet Erek jî anî ziman ku bi bloqekirinan nikarin pêşiya HDP’ê bigirin û wiha got: “Ew çi dikin bila bikin nikarin bi bloqeyan vîna gel bişikînin. Bila ew jî baş bizanibin. Tenê 20 parlamenterên MHP’ê hene yek ji wan radibe dibêjê HDP’ê bloke bikin. Lê ew peran nedin jî têkoşîna me wê berdewam bike. Em ê bi serkevin ew dê têkbiçin. HDP em in, HDP gel e.”    ‘HDP WÊ SERBIKEVÊ’   Welatiyê bi navê Ramazan Oklav jî diyar kir ku bi zext û êrişan nikarin HDP’ê asteng bikin û wiha got: “Tu kes nikare pêşiya HDP'ê bigire. Em 40 milyon kurd in, em xwedî 7 milyon deng in. Dibêjin em ê HDP'ê bigrin asteng bikin lê nikarin tu encaman bigirin. HDP’ê tu car serî netewand û natewîne. Heke HDP’ê bigirin jî em ne neçarin, em dikarin partiyeke din amade bikin. HDP her tim serketiye û wê dîsa serbikeve. Heke diziyê nekin HDP wê her tim serbikeve. Ew 6 partiyên muxalîf jî li derdora HDP’ê digerin lê polîsekî êrişî hevserokê me yê Stenbolê kir wan partiyên muxalîf tu deng dernexistin. Ew heqareteke pir mezin e, heq, hiqûq û demokrasî di wir de tune ye. Lê ew 6 partî jî desthilat jî wek hev in.”   ‘LI DIJÎ ZILMÊ BILA KURD BIBIN YEK’   Welatiye bi navê Mehdî Bayram jî bloqekirina xizîneya HDP’ê weke zilm penasekir û wiha bertek nîşanî biryarê da: “Di dinyayê de tişteke wisa tune ye. Edî bese bila kurd jî bibin yek. Heke kurd hemû bibin yek em dê bikarin xwe xilas bikin. Qeyyum avetin ser şaredariyên HDP’ê partiyên muxalîf deng dernexist lê dor dê were wan jî.”   ‘EM DÊ DI NAV XWE DE PERAN KOM BIKIN’   Welatiyê bi navê Kazim Aldan tekildarî mijarê bi lêv kir bloqekirina xizîneya HDP’ê bê hiqûqî ye û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Lê ew xizîneya HDP’ê bloke bikin jî em dê di nav xwe de peran kom bikin. Em ne muhtacî pereyên wan in. Kurd ne mirine, hewceyê pereyên wan nake. Heke HDP bê girtin jî em dê partiyeke din amade bikin, beriya HDP’ê jî çend partî hatin girtin, yan dê kurdan qir bikin an jî partiyeke din dê derkeve. Nikarin pêşiya kurdan bigrin.”     MA / Mahmût Altintaş - Eylem Akdag