Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû 2023-01-07 14:41:35   WAN - Li ser rêya Wan-Qelqelî li nokteya polîsan wesayîta penaberan hat gulebarankirin û di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û kesek jî bigiranî birîndar bû.    Hat diyarkirin ku dolmîşek penaberan ji navçeya Qelqeliyê ber bi navenda bajarê Wan3e ve derketiye rê û 20 penaber têde hebûne. Hat îdiakirin ku dolmîş çep ketiye nokteya polîsan. Li ser vê yekê polîsan gule li dolmîşê barandiye. Di encama gulebarana polîsan de kesek hat kuştin û kesk jî bigiranî birîndar bû.    Kesê ku jiyana xwe ji dest da demek dirêj li kêleka rê hat hiştin, rê li çûnehatê hat girtin. Tîmên tenduristiyê ku çûn cihê bûyerê cenaze rakirin nexweşxaneyê û kesên penaber jî li nokteya polîsan hatine rawestandin.