ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan 2023-01-07 15:24:45 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê bang kir ku girtiyên nexweşê giran Emîn Gurban ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin bê berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 563’yemîn çalakiya “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte pêk tînin, li ber avahiya komeleyê lidarxistin. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Emîn Gurban ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin. Ji bilî parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Tecrîd dide kuştin, piştevanî dide jiyîn” , “Bila Emîn Gurban ê nexweş were berdan” hatin berzkirin.    Seroka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da. Yolerî diyar kir ku girtiyê nexweş Emîn Gurban nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, zehmet li ser piyan disekine û bi tena serê xwe nikare paqijiyê bike û li xwe binêre. Yolerî da zanîn ku Gurban ê 26 sal in di girtîgehê de ye di 6’ê kanûna 2022’yan de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û qala nexweşiyên wî kirin.    Daxuyanî bi çepik û diruşmeyan bi dawî bû.