PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve 2023-01-07 15:40:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd têkildarî nivîskar û rojnamegerên girtî daxuyaniyek da û bang li sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnteweyî kir ku xwedî li nivîskarên di zindanan de û li rûmeta civakê xwedî derkevin û li dijî îktidara Tirkiyeyê rabin.    Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd têkildarî nivîskar û rojnamevanên girtî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin her tim li ked û têkoşîna rojnameger û nivîskarên li zindanan xwedî derkevin û tu êriş û zext nikare hêviyên rojnameger û nivîskarên di zindanan de tune bike.   Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye:    “Li welatekî ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, helbestkar girtîbe em nikarin bêjin li wî welatî demokrasî heye. Li Tirkiyeyê jî demokrasî di bin piyan de ye û ev yek bandoreke mezin li ser tevgera li girtîgehan dike. Loma jî bi taybet di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên nivîsar û rojnamegeran gelekî zêde bûne. Înfaza gelek nivîskar û rojnamegeran tên betalkirin û nayên berdan. Li gel vê jî nivîskar û rojnamegerên girtî ji sekna xwe tu tiştek winda nekirine û her dem peyama ew ê têkoşîna doza xwe bidomînin, radigihînin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Nivîskar û rojnamegerên kurd ên di zindana de ne bi salan e li dijî neheqî, binpêkirina mafên mirovan, tundî û êrişa li ser nasnameya xwe li berxwe didin. Ji bo rûmeta xwe û doza xwe di bin şerd û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didomînin. Li gor daneyên Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd niha ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne û dîsa gelek pirtûkên nivîskarên di zindanan de ji aliyê dewleta tirk ve hatine qedexekirin, nivîskar her roj bi binpêkirina mafên nû rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 87 rojnameger li Tirkiyeyê girtîne. Her wiha li gor daneyên Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) jî niha 17 jinên rojnameger di girtîgehan de ne û tenê di 7 mehên sala 2022’yan de 161 binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin derketine pêş. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê û li Girtîgeha Jinê ya Şakranê herî dawî girtî li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ketin greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê Nivîskar Mehmet Oztaş jî li dijî binpêkirina mafan li berxwe dide. Her wiha li Girtîgeha Jinê ya Şakranê jî Nivîskar Leyla Saraç dîsa li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ket greva birçîbûnê. Nivîskar Resul Baltaci jî înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan.    REWŞA ROJNAMEVANÊN KURD   Her wiha Nivîskar Fecriye Benek jî ji ber înfaza wê hat betalkirin nehat berdan. Nivîskar Murat Turk jî bi hinceta cezayên dîsiplîn û hucreyê hene, înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. Em dikarin bêjin bi hincetên pûç û vala nivîskar înfazên wan tên betalkirin û bi vê yekê jî tên cezakirin. Di heman demê de mafê tenduristiyê yê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînlî hat astengkirin. Muayeneya bi kelepçe lê hat ferzkirin. Ji ber Ceylanê ev qebûl nekir loma jî nehat muayenekirin. Dîsa di derbarê 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatine girtin tevî 6 meh jî ji ser girtina wan re derbas bûye hîn tu iddianame jî nehatiye amadekirin. Her wiha di 29’ê cotmehê de dîsa 9 rojnameger li Enqereyê bi îşkenceyê hatin girtin û hîn derbarê wan de jî iddianame nehatiye amadekirin.    EM PIŞTGIRIYA NIVÎSKARÊN GIRTÎ DIKIN   Lê belê ligel zor û zehmetiyên li girtîgehan jî rojnameger û nivîskar dîsa serî natewînin û gelek berhem li zindanan çap kirine. Ev jî nîşaneya berdewamkirina berxwedana mayinde ya gelê kurd e. Em jî wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd kurtejiyan û berhemên nivîskarên li zindanan parve dikin û dibêjin ku em piştgiriyê didin berxwedana nivîskarên ku berhemên hêja çap kirine. Ji bo van gelek nivîskarên ku em ê berhem û kurtejina wan parve bikin rojên îmzeyê me li bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê li dar xistiye.    BANGA JI BO QADA NANETEWΠ   Wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd em binpêkirina mafên li girtîgehan şermezar dikin û em ê her tim li ked û têkoşîna rojnameger û nivîskarên li zindanan xwedî derkevin. Tu êriş û zext nikare hêviyên rojnameger û nivîskarên di zindanan de tune bike. Şerd û merc çi dibin bila bibin wê têkoşîn û berxwedana wan siberoja Gelê kurd ronî bike. Nivîskarên li zindanan rûmeta civakê ye û eynika doza bi salan e. Loma em bang li raya giştî, sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnteweyî jî dikin ku li nivîskarên di zindanan de li rûmeta civakê xwedî derkevin û li dijî bêhiqûqiya îktidara heyî ya li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin."    Ji bo berhem û kurtejiyana nivîskarên li zindanan bitikîne.