‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’ 2023-01-07 16:39:23   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî blokekirina hesabê alîkariya xezîneya HDP’ê da û got: “Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike.”     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî blokekirina hesabê alîkariya xezîneya bo HDP’ê ku ji aliyê Dadeha Destûra Bingehîn (AYM) pêk hat daxuyanî da û nerazîn bûn nîşan da. Pêkhateyên Platformê li avahiya Şaxa SES’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û pankarta “Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike” daliqandin. Rêveberê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran li ser navê Platformê daxuyanî da.   'DEST JI BIRYARÊ BERDIN'    Baran bertek nîşanî biryara AYM’ê ya blokekirina hesabê HDP’ê da û bêyî ku delîlek şênber hebe biryara hatiye dayîn û ev jî binpêkirina destûra bingehîn e. Baran da zanîn ku blokekirina hesabê HDP’ê aloziya krîz û siyaseta li Tirkiyeyê nîşan dide û AYM bi vê biryara siyasî li li dijî destûra bingehîn û hiqûqê derketiye. Baran destnîşan kir ku bi salane mafên demokratîk ê gelê kurd tê desteserkirin û bi biryara blokekirina hesabê alîkariya HDP’ê, tayînkirina qeyûman û girtina siyasetmedaran îradeya gelê kurd tune tê hesibandin. Baran xwest tavilê dest ji vê biryarê berdan û got: “Em dixwazin daraz ji xeletiyên xwe vegere. Em dibêjin tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike.”