Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn 2023-01-07 16:57:03   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî diyar kir ku nexweşiyên girtiyê nexweşê giran Ferît Orak ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin ji kontrolê derketine û diyar kir ku wê encamên giran ên vê yekê hebin û banga “berdana bilez” kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 435'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ferît Orak ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî.    BI SALAN E LI BENDÊ YE KU EMELIYAT BIBE   Çevîrmen, diyar kir ku Orak ji sala 2009’an û vir ve girtî ye û anî ziman ku tevî 11 sal in divê ji destên xwe emeliyat bibe jî emeliyata wî nehatiye kirin. Çevîrmen, da zanîn ku ji ber janên zêde û stresa zêde hin nexweşiyên wî yên jê xelas bûyî dîsa lê nû bûne.    DAXWAZA ‘BERDANA BILEZ’   Çevîrmen, anî ziman ku tevî van nexweşiyên giran divê di 16’ê kanûna 2022’yan de hatibûya berdan lê desteya çavdêrî û îdareyê ya girtîgehê bi biryarên razber berdana wî heta 16’ê adara 2023’yan taloq kir û got: “Ev biryara ku bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ hatiye dayîn bandoreke nebaş li tenduristiya wî dike. Ev biryar nayê qebûl kirin, divê Orak demildest were berdan.”