Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin! 2023-01-08 09:01:47   EDENE - Civaknas Taner Taş anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî her diçe xizanî zêdetir dibe û bi vê re îstismarkirina zarokan jî zêde dibe û got: "Pirsgirêka herî mezin a cîhana modern jî, zarokan wekî tiştekî bi kar tîne. Pergal, bi çavê nifşekî ku xizmeta wê bike li zarokan mêze dike."    Li gorî rapora Parlamenterê CHP'ê yê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere, li Tirkiyeyê hejmara zarokên di navbera 5-17 salan de yên dixebitin, 720 hezar e. Di salên dawî de ji zarokên ku ji bêgavî dixebitin, herî kêm 616 jê di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê, hejmara zarokên ku malbatên wan ji ber rewşa aborî nikarin li wan mêze bikin jî 146 hezar in ku ev hejmara di sala 2002'yan de 12 hezar û 75 bû.    'ZAROK WEKÎ TIŞTEKÎ TÊN BIKARANÎN'   Civaknas Taner Taş, diyar kir ku pirsgirêka xebitandina zarokan ji sedsala 16'an heya niha didome. Taş, wiha got: "Karkeriya zarokan ne pirsgirêka roja me ye, ji dema hebûna şaristaniyan heya niha heye. A rast 'karkeriya zarokan' mijareke ku bi her awayî tê îstismarkirin. Di sedsala 16'an de çawa di dezgehên febrîqeyan de hatibin xebitandin, îro jî tên xebitandin. Ji roja kapîtalîzm çêbûye heya niha em bi binpêkirina ked zarokan re rû bi rû ne. Lê divê ev tenê di çarçoveya kedê û karkeriyê de neyê nirxandin. Ji lewre pirsgirêka herî mezin a cîhana modern jî, zarokan wekî tiştekî bi kar tîne. Pergal, bi çavê nifşekî ku xizmeta wê bike li zarokan mêze dike. Lewma çerxa kedxwariyê jî di van hişan de bi cih dike."    Li HER QADÊ ÎSTISMARKIRINA ZAROKAN   Taş da zanîn ku ji ber ku zarok bi awayekî berfireh bi qanûnê nehatine mîsogerkirin, dikevin ber her cure îstismarê û got ku li Tirkiyeyê qadên civakî, çand û hunerî yên ku zarok daxilî nava wan bibin tune ne. Taş, wiha domand: "Ji ber vê bikaranîna tiryakê û sûckirin an jî meyla ber bi sûcan ve zêde dibe. Jixwe li gorî daneyan rêjea salên dawî pir zêde bûye. Ev, vê yekê piştrast dike. Mînaka herî berbiçav jî zewaca di temenekî biçûk de. Zewaca di temenekî biçûk de nîşan dide ku bê zarokan vediguherînin tiştekî çawa. Ger di qada kedê de pêşî li ber îstismarkirina zarokan û destdirêjiya li wan neyê girtin, em ê nikaribin behsa nifşê bê bikin. Ji lew re her zarokên ku çêdibin bi travmayên derûnî mezin dibin. Ev travma her roj nû dibin û bi vê re xwekuştin, bikaranîna tiryakê û sûckirin jî zêde dibe."     MA / Hamdûllah Yagiz Kesen