Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin 2023-01-08 09:33:19   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş diyar kir ku bi tecrîdê re bihîstina dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê astengkirin û wiha got: "Azadîkirina Îmraliyê û çareserkirina meseleya kurdî, xeta têkoşînê ya dîroka nêzîk pêk tîne."    Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên "disiplînê" tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenter ku ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, li dijî bêdengiya Wezareta Dadê dest bi nobeta edaletê kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ku di Nobeta Edaletê de ye, anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku dengê xwe bigihînin Wezareta Dadê.     Ozguneş bal kişand ser rola hêzên navdewletî ya di girankirina tecrîdê de û wiha got: "Tecrîd, danezana hevpar a hêzên emperyal û modernîteya kapîtalîst a li Tirkiyeyê ye. Ji lew re paradîgmaya ku birêz Ocalan pêşniyaz dike, mudaxileyên li Rojhilata Navîn, feraseta dewletê ya şerkar, kedxwar, ji azadî û edaletê bêpar qebûl nake. Bereksê vê feraseteke azadîxwaz, ekolojîxwaz e. Ev hêz ji ber ku naxwazin meseleya kurdî bi rêbazên aştiyane çareser bikin, hewl didin pêwendiya birêz Ocalan a bi civakê re qut bikin û dengê wî bitepisînin."    AZADIYA ABDULLAH OCALAN   Bi domdarî Ozguneş destnîşan kir ku ew bi rastiya tecrîda ferzkirî dizanin, lewma têkoşîna wan didome. Ozguneş bilêv kir ku ji bo rakirina tecrîdê û ji bo meseleya kurdî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin dê ji israra xwe ya di vî warî de daneyên xwarê û got ku niha tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanîn ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran wêdetir e. Ozguneş, wiha domand: "Divê mafê hêviyê pêk bê. Pêvajoyên li pêşiya me, ji bo azadiya Îmraliyê, çareserkirina meseleya kurdî, çareserkirina meseleya demokrasiya Tirkiyeyê û hemû pirsgirêkên din, xeteke têkoşînê dide der. Em dixwazin di hilbijartinan de pêngaveke xurt bidin der, vê hikûmetê bişînin û pêşî li ber Tirkiyeyê vekin. Yan na, dê pêşî li ber feraseta heyî neyê girtin. Êdî tu erka parlementoyê û saziyan tune ye. Hema bibêje vegeriyane pergala padîşahtiya modern. Helbet di serdemeke wisa de awayekî rêveberiyê yê bi vî rengî, ne pêkan e ku bibe cihê aramî û hêviyê û çareserkirina meseleyên civakê."    ÇARESERKIRINA TEVAHIYA PIRSGIRÊKAN   Ozguneş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêkan beriya her tiştî bi çareserkirina meseleya kurdî pêkan e û wiha bi dawî kir: "Çareseriya van pirsgirêkan, ew e ku aştî û demokrasî bi awayekî herî radîkal bê pêkanîn, dawî li feraseta şerkar bê û dest ji awayê jiyana derewkar bê berdan û li hemberî vê esasgirtina rêgezên exlaqê, hezkirin, aştî, wekhevî û edaletê. Bi feraseta heyî ya şerkar ku dibêje 'Ez ê wiha êrişê bibim ser Rojava, ez ê vî tiştî bînim serê Îranê, ez ê bi Ermenistanê û Yewnanistanê wiha wiha bikim, ez ê li hundir kurdan bieciqînim' tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Lewma, ji bo pirsgirêk bi muxatabên wan re bi awayekî aştiyane bên çareserkirin, ji bo li meclisê bên çareserkirin, divê em gel ji nava vê zext û pêkûtiyê derxin û siberojeke ronî ji wan re bihêlin. Ev berpirsiyarî li ser milê me hemû kesan e. Ji bo vê jî divê em hîn bêtir bitêkoşin."    MA / Ozgur Paksoy