Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya 2023-01-08 20:27:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd, bi şandeyeke ku ji nûnerên pêkhateyên Şengale pêk dihat re civiya.    Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd îro li Bexdayê bi şandeyeke ku ji nûnerên pêkhateyên Şengale pêk dihat re civiya. Li gorî nûçeya Rojnewsê di navbera serokkomarê Iraqê û şandeyê de mijarên têkildarî pirsgirêkên herêmê hatin nîqaşkirin.   Li gor daxuyaniya ku ji aliyê serokkomartiyê ve hat dayîn, dicivînê de serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd diyar kiriye ku divê ji bo baştirkirina rewşa jiyanê ya welatiyên Şengalê karek cidî were kirin. Her wiha diyar kiriye ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî û vegera welatiyan a li ser cih û warên wan lez were kirin.   Her wiha di civînê de serokkomarê Iraqê îşaret bi pêwîstiya ji nûve avakirina bajêr û pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke ji bo welatiyan kiriye. Her wiha gotiye ku divê tazmînata kesên zirar dîtine were dayîn.   Hat gotin, şandeyê jî ji serokkomar xwestiye ku saziyên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê hene, divê bi erka xwe rabin û budceyek ji bo ji nûve avakirina bajêr û asankirina vegera koçberan were veqetandin.