ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-09 09:00:04     * Parêzerê girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî destnîşan kir ku giştînameya Wezareta Dadê ne çareserî ye û wiha got: “Bi giştînameyê ev pirsgirêk nayê çareserkirin, divê qanûn bê guhertin û ATK derveyî vê pêvajoyê were hiştin.”   * Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Elîf Berk diyar kir ku pêşengên Tevgera Jinên Kurd bi zanebûn tên hedefgirtin û got: "Ji ber hêza jinê ya berxwedêr, birêxistinkirî bingehên dewletê dihejîne, rêxistinbûn û civakîbûna jinê, desthilatdaran ditirsîne, komkujiyên li dijî têkoşîna jinan bi tifaqa dewletan pêk tên."    * Ji cenazeyên li Goristana Kîlyosê di bin peyarê de hatine veşartin jê 259 hêj radestî malbatan nehatine kirin. Lezgîn Bîngol ku di sala 2018’an de cenazeyê keça xwe Dîlan Bîngol wergirt, ji malbatên ku aqûbeta cenazeyê xwe nizanin, xwest ku serî li dadgehê bidin.   * Rojnamegerên ku li qadan tevî zext, zor, binçavkirin û girtinên desthilatê jî kar û xebatên xwe dimeşînin destnîşan kirin ku gelek rojnameger 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di girtîgehan de pêşwazî dikin û anîn ziman ku ji bo roja rojnamegeran bê pîrozkirin divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan.   * Parêzer Sedat Duşunmez ê ku dema ji cenazeyê Mîr Perwer ê li Parîsê hat qetilkirin vedigeriya ji aliyê polîsan ve li noxteya kontrolê hat derbkirin û binçavkirin, diyar kir ku Perwer di belgeyên ku dixwestin ew îmze bike de wek “endamê rêxistina terorê” hatiye fîşkirin.   * Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk diyar kir ku bi bloqekirina alîkariya xizîneyê ya ji bo HDP’ê re encamek dê neyê bidestxistin û wiha got: “HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve.”   * Malbata Konstantin Gedîg (Andok Cotkar) ku di êrişên Tirkiyeyê de li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî nehat dîtin got: “Tirkiyeyê ji bilî terorê û kuştinê tiştek nebir Rojava.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 672’yemîn de berdewam bike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin dê di roja 13’emîn de berdewam bike. (11.00)    * Sakîne Cansiz li Dêrsimê, Leyla Şaylemez li Mêrsînê û Fîdan Dogan jî dê li ser gora xwe ya Mereşê yên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin, bên bibîranîn. Her wiha têkildarî komkujiyê wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn û bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (13.00-18.00)